QSD: Dewleta Tirk ji bo ewlehî û aramiyê xira bike serî li her rêyê dide

Fermandariya Giştî ya QSD’ê ya têkildarî hedef kirina lîderên eşîran a li Dêra Zorê daxuyaniyek da, destnîşan kir ku fitneya dixwazin di nava eşîran de derbixin, parçeyek ji planên dem dirêj e.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê têkildarî bûyerên li Dêra Zorê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD’ê wiha ye:

BÛYERA LI DÊRA ZORÊ PÊK HATIYE PARÇEYEK JI PLANA DEMDIRÊJ E

"Tişta li Dêra Zorê bûye ne plana saetekê yan jî demkî bû ku gelek rûspî û şêxên eşîreyên li herêmê hatin hedef kirin. Lê belê parçeyek ji plana demdirêj a hêz û aliyên dijberê rêveberiya herêmê ne. Her wiha ew hewl didin şêniyên herêmê li dijî Rêveberiya Xweser derxin û tevlîheviyê çêkin. Ev plan bi pêngava têkbirina DAÎŞ’ê li gundewarên Dêra Zorê destpê kir û asta wê piştî şerê berîka dawîn a DAÎŞ’ê gûrtir bû. DAÎŞ destê wan a dirêj bû ku bi rêya lîstokên wê yên qirêj ên li dijî şêniyên herêmê û rêveberiya wê ya sivîl sûcên xwe pêk dianîn. Her wiha hê jî şaneyên veşartî, piştî qutkirina wî destî û têkbirina wê bi temamî, li tevahî herêmê hene.

BI VAN KIRYARAN EŞKERE BÛ KU REJÎMA SÛRIYE Û TIRKIYE PIŞTEVAN DAÎŞ’Ê DIKIN

Ew şaneyên ji bermahiyên DAÎŞ’ê hewl didin tevlîheviyê çi bi rêya hedef kirin, çi jî bi rêya parpoganda, çi mayînkirinê, pêk bînin. Di serî de ew şane girêdayî rejîma Sûriyê û hevalbendên wê ne. Her wiha ji aliyekî din ve jî dewleta Tirk û çeteyên wê jî roleke bingehîn di tevlîheviya herêmê de dilîzin. Ji ber hejmareke mezin ji çeteyan ji şêniyên vê herêmê ne û berê di nava Artêşa Azad û Cebhet El-Nusra de bûn.

ARMANC TÊKDANA AŞTIYA NAVBERA ŞÊNIYAN E

Wan hêzan bi rêya planên xwe ewlehî, aştiya şêniyan, xirabkirina rewşa xizmetguzarî û rêveberî, lawazkirin, afirandina fîtneyê di nava eşîreyên herêm û rêveberiya sivîl de, hedef kirin. Her wiha hewl da eşîreyan li dijî hev rakin û li dijî QSD’ê û hêzên Koalîsyona Navdewletî jî rakin.

PÎLAN DEMDIRÊJ E

Em Fermandariya QSD’ê ya Dêra Zorê piştrast dikin ku rewşa alozî û tevlîheviya li herêmê ne tenê li dijî eşîreyekê ye, li dijî tevahî pêkhateyên herêmê ye. Nimûneya wê jî, hedef kirina şêniyên me ji Qamişlo heta Dêrik û Eyn Îsa ji salan ve ye, her wiha di vê dawiyê de bi firokeya bêpîlot 3 jin li Kobanê hatin hedef kirin, li aliyekî din jî DAÎŞ şêniyên me li Dêra Zorê hedef dike. Bi wê re jî tişta ku rû dide, parçeyek ji bername û planeke lêkolînkirî ya demdirêj ji hêla tevahî hêzê û aliyên sûdwar ve ye, di serî de jî dewleta Tirk û rejîma Sûriyê, hema bi piştevaniya wan a yekser ji DAÎŞ’ê re û ya neyekser.

HEVGIRTINA EŞÎRAN PÎLAN TÊK BIR

Kesên gotegotan belav dikin ku hêzên me av alozî pêk aniye û eşîreyên herêmê daxwaza derketina wan ji herêmê kiriye, ev tevah derew in. Berovajî wê kesên dixwestin digihînin armancên xwe nikarin bigihîştan, ji ber kesên vê herêmê bi rê ve dibin şêniyên wê ne, bi xwe parastina xwe û rêxistina xwe dikin. Her wiha têkiliya QSD’ê ya xurt bi eşîre û rûspiyan re heye. Anku tê wateya hevgirtina eşîre û şêniyên li herêmê li dora QSD’ê û meclîsên xwe yên herêmê sedema sereke ya binxistina van planan e.

HEWLDANA REŞKIRINA HÊZÊN QSD’Ê

Sedema bingehîn a ku hêzên me dibin hedef yekser û li dijî wê propagadayên reşkirinê tê kirin, ji ber ku tevahî pêkhateyên li herêmê li hember wan rêzdar in û binyada wê xurt e. Bo nimûne "dara biberhem tê kevrkirin". Propagandayên reşkirinê yên li ser hêzên me ne nerast in.

TENÊ ŞANEYÊ DAÎŞ’Ê HEDEFA HÊZÊN ME BÛNE

Em careke din dubare dikin ku QSD’ê ji bilî hedef kirina rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst û şaneyên wê yên veşartî ku li seranserî vê herêmê belav bûne, kesek din nekiriye hedef, bi taybet ji ber ku vê rêxistina teroîst destpêkê şêniyên vê herêmê û eşîreyên wê kirine hedef. Her wiha bi destê DAÎŞ’ê li dijî eşîra Şiêtat komkujî pêk anî û bi sedan şêniyên herêmê bûn qurban. Bi vê re eşkere dibe ku ev hêz û aliyên ku şerê me dikin û hewlên reşkirina me dikin, piştevaniya rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê dikin.

TEVÎ HEMÛ PROPAGANDAYÊN REŞKIRINÊ TEVLIBÛNA CIWANAN A NAVA QSD’Ê DEWAM E

Tevî hemû hewldanên afirandina fîtneyê li herêmê û reşkirinê, lê berovajî wê ciwanên eşîreyên vê herêmê zêdetir tevlî nava hêzên me didin, eşîreyên li seranserî herêmên Cizîr û Reqayê ragihand ku bi QSD’ê re ku parastina wan û pêşeroja wan ji xeterî û gefan dike.

HEVGIRTINA EŞÎRAN WÊ DAWÎ LI FITNE Û FESADIYÊ BÎNE

Em fermandariya QSD’ê helwesta eşîreyan bi rûspî û şêxên wan li hember bûyerên dawî yên li herêmê pîroz dikin, her wiha bi xemgînî qurbaniyên van kiryar û planên qirêj bi bîr tînin. Li kêlek wê jî pişrast dikin ku hevgirtina we û hembêzkirina we ji hêzên QSD’ê re garantiya berdewama erkên nîştimanî ye.

Her wiha kedên Koalîsyona Navdewletî ya ku piştevaniya eşkerekirina rûyê rastîn ê eşîreyan, sekna li rex eşîre û piştgiriya şêniyên herêmê kiriye, pîroz dikin. Her wiha ew ked bi rêya lidarxistina civîn û hevdîtinên bi şênî, rûspî û eşîreyên herêmê re pêk hat. Her wiha rola wê ya leşkerî li gel hêzên me li ser erdê li hember terorê jî spas dikin.

Her wiha em tevahî kes, rûspiyên herêmên Cizîr û Firatê ku hewldan agirê fîtneyê ji kokê ve vemirîne spas dikin.”