Hejmara mirovên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi vîrûsê ketin bû 119 kes

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 18 kesên din ên bi vîrûsa koronayê ketine hatin tespîtkirin. Bi vî rengî hejmara nexweşên bi vîrûsê ketine bû 119 kes. Heta niha 10 kes ji nexweşiyê rehet bûne.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 18 nexweşên din ên bi vîrûsa koronayê tespît kirine û bi vî rengî hejmara giştî ya nexweşan gihîştiye 119 kesî, ji wan 10 kes rehet bûne.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, li herêmê 18 kesên din ên bi vîrûsa koronayê ketine hatin tespîtkirin.

Mistefa ragihand, li Qamişloyê 9, li Hesekê 2, li Rimêlanê 1, li Dêra Zorê 2, li Kobanê 3 û li Reqayê jî kesekî bi vîrûsa koronayê hatine tespîtkirin û bi vî rengî hejmara giştî ya nexweşên bi vîrûsê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîşt 119 kesî.

Dr. Ciwan Mistefa anî ziman ku 5 kesên din rehet bûne û bi vî rengî hejmara mirovên rehet bûne gihîştiye 10 kesî.

Hejmara mirovên heta niha li herêmê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane 5 kes in.