Dewleta Tirk li Girê Spî li malekê reşand: 3 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk li gundê Elî Bajliyê yê Girê Spî, ku dagir kiriye, avêt ser malekê. Di dema serdegirtinê de gule li malê reşand. Herî kêm 3 kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, çeteyên Tûgaya 20'an a dewleta Tirk li gundê Elî Bajliyê yê Girê Spî avêtin ser mala ciwanê bi navê Elî Xelîl El Henûş.

Malbata Elî li ber çeteyan rabû û nehişt ku Elî birevînin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî gule li malê reşandin û herî kêm 3 kes birîndar kirin.

Navê 2 ji ferdên malbatê yên birîndar bûn Îsmaîl Xelîl El Henûş û Mihemed Elî El Henûş in.

Piştî êrişê, gundî li ber çeteyan rabûn. Li gund alozî dewam dike.