Li Eyn Îsayê 3 qeçaxçiyên şûnwaran hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Firatê dan diyarkirin ku li Eyn Îsayê, 3 kesên ku qeçaxçîtiya şûnwaran dikirin, girtine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê ragihandin ku wan bi rêya şopandinê 3 kesên ku qeçaxçîtiya şûnwaran dikirin, girtine. Nivîsîngeha Têkbirina Sûcên Birêxistinkirî destnîşan kir ku wan 3 qeçaxçî girtine û dest danîne li ser şûnwarên dîrokî yên li gel wan.

Hêzên ewlekariyê di çarçoveya derbarê lêpirsîna bûyerê de destpê kirîn, qeçaxçî radestî edaletê kirin. Li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser, qeçaxçî wê bi sûcê dizîna nasname, dîrok û çanda herêmê bên darezandin.