‘Divê li dijî fîtneyê em baldar bin’

Eşîrên li herêma Tebqayê diyar kirin ku hikumeta Sûriyeyê di serî de divê li hemberî kesên dixwazin fîtneyê belav bikin, divê gel baldar be.

Bertekên êlên Ereb ên herêmê piştî bûyera qetilkirina şêxê êla Igêdat a Dêrazorê Metşer El-Hefel didomin. Gelek aliyan hewl da tevliheviyê li herêmên rojhilatê Dêrazorê derxin, ji ber wê nuqeteyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn hedef.

Êlên Ereb ev bûyer red kirin û piştgiriya xwe ji QSD’ê re diyar kirin.

Der barê vê mijarê de êlên Ereb ên ji Humis û Hemayê hatine û li Tebqayê bi cih bûne, daxuyaniyek da ku tê de bi rêya peyamekê piştgiriya xwe ji şêniyên Dêrazorê bi taybet êla Igêdat re nîşan da.

Daxuyaniya ku bi navên êlên Igêdat, Emûr, Hedîd, Muwalî û Fewîra hatiye dayîn ji hêla şêx Sultan El-Wekaa rûspiyê êla Igêdat li mêvanxaneya şêx Hamid Ebdulrehman El-Mihemed El-Ferec şêx êla El-Welda ve li gundê Sefsafe yê li rojhilatê Tebqayê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Em şêx û rûspiyên eşîrên ku hatine herêmê, vê kiryara terorîstane ya li dijî şêx Metşer El-Hefel şermezar dikin. Ev ne cara yekemîn e ku sûcekî wiha tê kirin, em baş dizanin kî sûd ji vê yekê digire û sedema wê çi ye.

Ev sûc bi destên derve hatiye kirin da ku baweriya di navbera gel û QSD`ê de têk bibe. Ev êriş ji derve ve hatiye plankirin û jê armanc dikin ku rewşa heyî bi kar bînin û fîtneyê di navbera gel, êl û rêveberiyê de derxin. Her wiha dixwazin ewlehiya li herêmî bihejînin. Ji ber wê tevahiya çînên civakê ji Kurd, Ereb, Suryan û Asûr kirin hedef. Lewra armanca wan yek e û destê ku van sûcan dike jî yek e.

Ji kesên ku xwe bi şêx êlan bi nav dikin û li derveyî herêmê di otêlan de dimînin re em ji wan re dibêjin hûn nûnertiya me nakin û hûn ne girêdayî vê axê ne. Em tenê li vir dijîn û baş dizanin çi li vir diqewime.

Banga yekitî, hevgirtin û redkirina tevlîheviyan dikin û divê gel bi hev re li ber xwe bidin da ku kesên tevlîheviyê çêdikin ji herêmê derxin.

Divê kesên destekê didin rejîma Sûriyeyeya dîktator û kesên ku dagirkeriya Osmanî û sûcên wê li herêmê di nava 400 salan de ji bîr kirine baş zanibin ku êlên herêmê dê bi hemû hêza xwe li hember wan komplogeran bisekinin û planên wan têk bibin."