Serokê Meclîsê Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê

Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş, li meclîsê çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan.

Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş li meclîsê çû serdana Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan.

Nûman Kurtulmuş ji aliyê hevserokên giştî û Serokwekîlên Komê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ve hat pêşwazîkirin.

Piştî wêne li ber deriyê hevserokan hat kişandin, civîn ji çapemeniyê re girtî dest pê kir. Tê payîn ku piştî civînê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê were lidarxistin.