Şehîd Ehmet Hebşan hate veşartin

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê yê Dêra Zorê Ehmed Hebşan li Goristana Şehîd Xedir Hemdan hate veşartin.

Di çarçoveya tedbîrên xweparastina ji vîrûsa Koronayê, di merasîmê de tenê malbata şehîd, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û hejmarek ji hevrêyên şehîd amade bûn.

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêra Zorê Beşîr Xalid axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hevrêyên wî re xwest. Xalid destnîşan kir ku bi hezaran ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira parastina gel û rizgarkirina xaka xwe de canê xwe feda kirin.

Xalid got: “Em soz didin şehîdan ku rêça wan heta pêkanîna tevahî hedefên ku ji bo şehîd bûbûn, bişopînin.”

Nasnameya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Di dawiya merasîmê de hevrêyên şehîd cenaze tevî tilîliyên dayikan û silavkirina şehîdan spartin axê.