Dewleta Tirk û çeteyên wê Eyn Îsa bombe dike

Dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Seyda û Kampa Eyn Îsayê bombe dike. Li herêmê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk difirin.

Hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wê niha Kampa Eyn Îsa û gundê Seyda yên Eyn Îsayê topbaran dike.

Ji aliyê din ve balafirên bê mirov (ÎHA) ên dewleta Tirk ên keşfê li ser Eyn Îsa û navçeya Çelebiyê ya li başurê Kobanê re difirin.