​​​​​​​Cenazeyê şehîd Miho li Tirbespiyê veşartin

Cenazeyê ŞEHDÎ Mihyedîn Miho (Mazlûm Tirbespiyê) li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Digrê yê navçeya Tirbespiyê veşartin.

Cenazeyê şehdî Mihyedîn Miho (Mazlûm Tirbespiyê) li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Digrê yê navçeya Tirbespiyê veşartin.

Di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrûsa Koron, tenê  endamê Hêzên Xweparastinê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, malbata şehîd li merasîmê amede bûn.

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubêd di merasîmê de axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hevrêyên wî re xwest. Her wiha Ubêd destnîşan kir ku bi hezaran ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira parastina gel û rizgarkirina xaka wê de canê xwe feda kirine û bûn meşaleya ronîkirina rêça azadî û pêşerojê.

Ubêd bal kişand ku wê li ser rêça şehîdan bin û wiha domand: "Em sod didin şehîdan ku wê li ser rêça wan heta pêkanîna tevahî hedefên di saya wê de şehîd bûbûn, bimeşin."

Piştre nasnameya şehîd Mazlûm hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşman veşartin.