Dewleta Tirk li Efrînê 5 sivîlên din revand

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabata ya Efrînê 5 sivîl ji gundekî revand.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, dewleta Tirk a dagirker 9'ê Tebaxê li gundê Birîmce yê navçeya Mabatayê pênc sivîlên bi navê Ehmed Bekir, Necimdîn Betal, Mihemd Nûri Seydo, Îsam Mihemed Mûsa û Mûstefa Seydo revandin.

Aqûbeta gelek sivîlên hatine revandin nayê zanîn. Tê gotin ku di berdêla berdana wan de jî 150-200 hezar lîreyê Sûriyeyê fîdye tê xwestin.

Di 24'ê Tîrmehê de li gundê Qestelê Xedreya yê navçeya Bilbilê Kurdekî 72 salî yê bi navê Ramazan Elo hatibû revandin.

Di 6'ê Tîrmehê de li Efrîn a dagirkirî 7 sivîl ku 2 ji wan zarok bûn, 9'ê Hezîranê jî 11 sivîl li navçeya Mabatayê hatibûn revandin.

Efrîn û herêma wê ji Adara 2018'an ve ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Li herêmê bi rêk û pêk sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, malên gel tên talankirin, çavkaniyên aboriyê tên wêrankirin. Li qadên dagirkirî 'rejîma terorê' hatiye avakirin.