Li Ezazê şer di navbera artêşa Tirk û çeteyên Firqet 23'ê de derket

Di saetên şevê de li gundê Sico yê Ezaz a dikeve bakurê gundewarên Helebê şer di navbera artêşa Tirk û çeteyên Firqet 23’ê de derket.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, ji ber ku artêşa Tirk a dagiker serçeteyê Fiqet 23’ê yê bi navê Ebû Semîr girtine, şer di navbera koma çete ya Firqet 23 û leşkerên Tirk de derket.

Li aliyê din piştî ku wesayîtekî leşkerî li zarokeke qelibû û şûnde li gundewarê Ezaz li nêzî Çerxerêya Sico gel daketin qadan û li dijî artêşa Tirk a dagirker xwepêşandanek kirin û wesayîtên artêşa Tirk dan ber keviran.