Li Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê pêngavek nû hate destpêkirin
QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li bajarokên Şihêl û Hewayîc ên Dêra zorê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê dest bi pêngavekî hevpar kirin.
QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li bajarokên Şihêl û Hewayîc ên Dêra zorê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê dest bi pêngavekî hevpar kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Dêra Zorê bi tevlîbûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên DAÎŞ’ê dest bi pêngavekî nû kirin.
Navenda Raginadina QSD’ê li ser mijarê ev agahî parve kir: "Di rojên dawî de li herêma Dêra Zorê gelek bûyer çêbûn ku rêxistina terorîst a DAÎŞ'ê li pey wan in. Armanc ji van bûyeran şaneyan bixin tevgerê da ku aloziyê derxîne û ewlehî û aramiya herêmê xirab bike.
Di mehên dawî de hêzên me gelek pêngav û operasyonên paqijkirinê li dijî şaneyên rêxistina DAÎŞ'ê pêk anîn û derbên giran li wan dan. Di encamê de gelek terorîst hatin girtin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Rêxistina terorîst a ku di pêkanîna planên xwe yên bi sûc de têk çûn, hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne yên ji sedên salan ve bi hev re dijîn.
Di rojên dawî de, şaneyên rêxistina terorîst a DAÎŞ'ê kesayetên civakî, serokeşîrên herêmê kirin hedef. Bi rêya alîgirên xwe tewan avêtin Hêzên Sûriya Demokratîk ku berpirsê hedefkirina şerokeşîran e. Di heman demê de, şaneyên veşartî hewl da ku teqîn û êrişîn xwekujî li dijî baregeh û navendên hêzên me pêk bîne da ku bixin bin kontrola xwe. Her wiha hin kom û aliyên dîtir hewl didin sûdê ji vê rewşê bigirin da ku li ser hesabê xwîna şêniyên herêmê armancên xwe bi cih bînin û rewşê aloztir bikin û şêniyan li dijî Rêveberiya Xweser sor bikin.
Li ser vê yekê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk pêngavek li dijî şaneyên DAÎŞ û şaneyên ku hewl didin sûdê ji rewşê werbigirin da ku fitneyê derbixin, bi taybet li bajarokên Şihêl û Hewayîc dest pê kir ku baregehên şaneyên rêxistina DAIŞ' ne.
Li dijî van şaneyan, gelek operasyonên hatin kirin. Da ku sivîl ji van bûyeran werin dûrxistin hêzên me baldear bû, gelek çedkar kirin bêyî ziyan bighîne sivîlan.
Di encamên van operasyonan de hejmarek terorîst û gumanbar hatin girtin û gelek jî birîndar bûn. Her wiha rêjeyek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Operasyon heta kêliyan nivîsandina vê daxuyaniyê berdewam e.”
Di êrişên şaneyên DAIŞ'ê yên li dijî baregeh û navendên me de 2 şervanên me şehîd bû û 3 jî birîndar bûn.
Careke din em ji raya giştî re teqez dikin ku hêzên me ji demên çûyî bêtir di pêkanîna operasyonên xwe de bi israr e ta şaneyên DAIŞ ji hev bixin û bi temamî tune bikin."