TEV-DEM: Heyeteke navneteweyî divê tavilê biçe Îmraliyê

TEV-DEM'ê bal kişand ser îdîayên têkildarî tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku divê heyeteke navneteweyî tavilê biçe Îmraliyê.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê îdiayên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya TEV-DEM'ê wiha ye:

"Dewleta Tirk mafên mirovan û rêgezên navneteweyî yên têkildarî girtiyên siyasî binpê dike û siyaseta xwe dewam dike. Siyaseta dewleta Tirk a faşîst li hemberî Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê dimeşîne siyaseteke dijminane û xetere ye. Belavkirina agahiyan li ser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan li Îmraliyê tê wateya ku komployeke nû ya AKP û MHP'ê li dijî vîna Rêber Abdullah Ocalan heye. Ji ber ku ev hevbendiya faşîst di tengaviyeke mezin de ye û bi aloziyên hundirîn û derve re rû bi rû maye.

Wekî TEV-DEM'ê em teqez dikin ku Rêber Abdulah Ocalan hêvî û îradeya gelên azad temsîl dike, yên ku başiya xwe di başiya tenduristiya Rêber Ocalan de dibînin ku çareya guncaw ji krîza Tirkiyeyê û tevahî pirsgirêkên herêmê re li cem wî ye. Dewleta Tirk bi vê planê dixwaze çareseriya li Îmraliyê asteng bike û ji holê rake.

Em bang li gelê Kurd û gelên azadîxwaz dikin ku piştgiriyê bidin azadiya rêbertî bikin û tevahî derfetên xwe ji bo zexta li civaka navneteweyî seferber bikin. Em CPT wekî berpirsa rewşa serokatî dibînin. Em dixwazin ku şandeyeke navneteweyî tevî parêzeran serdana rêber Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê bike."