Şervana enternasyonal Hêlîn Qereçox li herêma Firatê hate bîranîn
Şervana YPJ'ê ya Enternasyonalîst Hêlîn Qereçox, di salvegera şehadeta xwe de li herêma Firatê bi merasîmeke leşkerî hate bîranîn.
Şervana YPJ'ê ya Enternasyonalîst Hêlîn Qereçox, di salvegera şehadeta xwe de li herêma Firatê bi merasîmeke leşkerî hate bîranîn.
Şervana YPJ'ê ya Enternasyonalîst Hêlîn Qereçox (Anna Campbell) ku di 15'ê Adara 2018'an de li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bû, ji aliyê şervanên YPJ û YPG'ê ve bi merasîmeke leşkerî hate bîranîn.
Ji Fermandariya YPJ'ê ya Herêma Firatê Dilbirîn Kobanê li merasîmê axivî û got, "Em di serî de şehîd Hêlîn Qereçox û şehîdên şoreşê hemûyan bi bîr tînin. Hevrê Hêlîn bê ku guman bike berê xwe da çeperên cengê yên herî pêş û bi vî ruhî cihê xwe di nava şerê Efrînê de girt. Li hemberî teknîk û hovîtiya dijmin, hevrê Hêlîn Qereçox li bajarê Efrînê canê xwe feda kir."
Dilbîrîn Kobanê bal kişand ser dilsoziya Hêlîn Qereçox ji bo xeta azadiya gelan ku di oxira vê yekê de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû û got, "Tevî ku hevala Hêlîn ji neteweyeke cuda bû, ji ber ku legerîna azadiyê ti carî sînoran nas nake, hevala Hêlîn jî bi vê sedemê berê xwe da nava refên azadiyê. Heval Hêlîn evîndara azadiyê bû û bi baweriyeke mezin dixwest, azadiya hemû mirovahiyê pêk were û bi vê armancê jî têkoşiya. Heval Hêlîn, li hemberî hovîtiya ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Qereçoxê pêk hat, weke bersiva jina azad tevlî nava refên YPJ bû û navê xwe jî kir Hêlîn Qereçox."
Di dawî de Dilbîrîn Kobanê bal kişand ser bûyera şehadeta şehîd Hêlîn Qereçox û wiha axaftinên xwe bi dawî kir: "Heval Hêlîn cihê xwe di nava destana ku li Efrînê hate nivîsandin de girt, ji bo tola hevrêyên xwe yên qehreman ên ku li Qereçox şehîd ketin rake beşdarî şerê Berxwedana Serdemê bû. Tevî hemû astengiyan jî di çeperên herî peş de cih girt xwe û canê xwe fêda kir. Heval Hêlîn Qereçox bû sembola jina têkoşer a mirovahiyê. Heta ku li hemberî heqîqata azadiyê bawerî hebe ew ê têkoşîna azadiyê bi ser bikeve. Ew dijminê hov ê li derveyî exlaqê mirovahiyê wê li bin bikeve. Em bi soza tolhildanê bejna xwe li hemberî bîranîna şehîdên azadiyê ditewînin."
Merasîma leşkerî bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" û ji bo bîranîna Şehîd Hêlîn Qereçox li ser ava Firatê ji aliyê şervanan ve bi pêxistina findan ve bi dawî bû.