Dewleta Tirk ava çemê Qeremoxê birî
Dewleta Tirk a dagirker sûcekîn din ê şer kir û ava Çemê Qeremoxê birî ku ji Kobanê derbas dibe. Dewleta Tirk her wiha bombe li gundekî Efrînê barand.
Dewleta Tirk a dagirker sûcekîn din ê şer kir û ava Çemê Qeremoxê birî ku ji Kobanê derbas dibe. Dewleta Tirk her wiha bombe li gundekî Efrînê barand.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çeteyên Feyleq El Mecîd ên ser bi rejîma Enqereyê, ava Çemê Qereboxê yê li Kobanê birî ku çotkar zeviyên xwe bi ava vî çemê av didin.
Ji ber ku yekane çavkaniya avê ya cotkaran e, ev çem gelekî girîng e. Dewleta Tirk di serê xwe yê dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de avê timî weke çekekê bi kar tîne.
GUNDEKÎ EFRÎNÊ HATE BOMBEKIRIN
Wekî din hate ragihandin ku gundê Soxaneke yê Efrînê li gorî dema herêmê saet di 12:00 de hatiye bombekirin. Li ser êrişê agahiyên berfireh nehatin wergirtin.