Yekîtiya Karkeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Em zextê li ser Tirkiyeyê bikin
Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê diyar kir ku êrîşên li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binpêkirina mafê azadiya tevahî kedkaran e.
Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê diyar kir ku êrîşên li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binpêkirina mafê azadiya tevahî kedkaran e.
23 sal li ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas bû. Heta niha dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne.
Têkildarî mijarê, Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir.
Hevserokê Yekîtiya Karkeran Şêro Mihemed Şero daxuyanî li pêşiya navenda yekîtiyê ya li bajarê Qamişlo xwend û got ku ew Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk ev bi sedan sal e li dijî gelê Ermen û Kurd komkujiyan pêk tîne.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Em Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin û soz didin ku rêya wî bişopînin û felsefeya wî û projeya neteweya demokratîk biparêzin. Her wiha em destanîna li ser azadiya Rêber Abdullah Ocalan wek destanîna li ser azadî û vîna tevahî kedkarên cîhanê dibînin. Em bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û tevahî azadîxwazên cîhanê dikin ku li ser dewleta Tirk zextê bikin ku yekser Rêber Apo were berdan."