Hêzên Ewlekariya Hundur nasnameya endamek xwe yê şehîd eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundur ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyarkir ku endamê wan Mihemed Tahir Hemo Osman di dema li ser erka xwe bû ji ber krîza dil şehîd bû.
Hêzên Ewlekariya Hundur ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyarkir ku endamê wan Mihemed Tahir Hemo Osman di dema li ser erka xwe bû ji ber krîza dil şehîd bû.
Navenda Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundur ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê endamekî xwe yê şehîd bûyî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev hat gotin: “Endamê me Mihemed Tahir Hemo Osman ku li Qamişlo di asayîşê de dixebitî, dema li ser erka xwe bû krîza dil derbas dike û şehîd bûye.
Em sersaxiyê ji malbata hevalê xwe û ji gelê me dixwazin. Li ber Şehîd bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, soza serkeftinê ya me dayî hemû şehîdan û malbatên wan dubare dikin.”
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Mihemed Tahir Hemo Osman
Navê dayîk: Bedriye
Dîrok û cihê tevlîbûnê: Qamişlp 1’ê Gulana 2013
Dîrok û cihê şehdadetê: Qamişlo 15’ê Adara 2021