Li Bakur û Rojhilatê Suriyê şehîdên qetlîama Helepçeyê hatin bîranîn
Kesên di qetlîama Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dayîn, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Suriyê bi çalakiyan hatin bîranîn.
Kesên di qetlîama Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dayîn, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Suriyê bi çalakiyan hatin bîranîn.
Gelên ku li dehan bajarên Bakur û Rojhilatê Suriyê derketîn qadan, salvegera qetlîama Helepçeyê protesto kirin û kesên jiyana xwe ji dest dayîn bibîr anîn.
HELEP
Gelê Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên li ber Navenda Ciwanên Şoreşger haîn gelhev, şehîdên qetlîama Helepçeyê bibîr anîn.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fîdan Hisên şehîdên Qetîlîama Helepçeyê bibîr anî û got, “Dijminên gelê Kurd ji beriya dîrokê heta dixwazin gelê Kurd bi qirkirinê re derbas bikin. Mînaka vê ya herî berbiçav jî qetlîama ku dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan li Taxa Mehmûdiyê ya Efrînê kirî ye.”
ŞEHBA
Şêniyên Efrînê û gundên girêdayî Kantona Şehbayê yên ku li Kantona Şehbayê dijîn, ji bo bîranîna şehîdên Qetlîama Helepçeyê 5 deqîqe rêz girtin.
QAMIŞLO
Gelê Qamişlo yên li Çaryana Osman Sebrî hatîn gelhev, şehîdên Qetlîama Helepçeyê bibîr anîn.
DÊRIK
Şêniyên navçeya Dêrik a Kantona Qamişlo li sûka navendî ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helebçeyê 5 deqe rêzgirtin.
Piştre Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm axivî û got: "Di şexsê şehîdên Helebçe de em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin, komkujiyên li dijî gelê me Enfal, Roboskî, Helebçe û komkujiyên din, şermezar dikin."
Ebdulrehîm bal kişand ser agahiyên ku tevnên çapemeniyê yên Tirkiyê derbarê tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de weşandine û got: " Ji duh ve li ser dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê agahiyên derbarê tenduristiya rêber Ocalan de têne weşandin. Heta niha jî em nizanin ka çi li zindana Îmraliyê diqewime."
Ebdulrehîm diyar kir ku dewleta Tirk berpirsiyarê rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan e û piştrast kir ku ji bo gelê Kurd û gelên azadîxwaz Rêber Ocalan xeta sor e.
Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêber Ocalan bi dawî bû.
DIRBÊSIYÊ
Ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk ku rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bizanin, bi hezaran şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundên girêdayî wê xwepêşandanek lidar xistin.
Xwepêşandanê ji deriyê başûr ê ketina navçeyê destpê kir. Xwepêşandêran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û li kolanên sereke yên navçeyê meşiyan. Her wiha hemû dikanên navçeyê hatin girtin û heta Qada Şehîdan dirûşmeyên ku banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, hatin berzkirin.
Li Qada Şehîdan, endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger Cûdî Mîrza axivî û diyar kir ku li gorî îdiayên li ser rewşa Rêber Ocalan hatine belavkirin, metirsî li ser rewşa Rêbertî heye û got ev rewş komploya navneteweyî ya sala 1999`an li dijî Rêber Apo tîne bîra wan.
Cûdî destnîşan kir ku heta rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan nas dikin, ew ê li qadan bin û got: “Em ê têkoşîna xwe heta rakirina tecrîdê û azadkirina Rêber Ocalan dewam bikin.
Her wiha Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê Salim El Salim têkildarî salvegera komkujiya Helepçe daxuyaniyek xwend û tê de wiha hate gotin:
“Cîhan çavê xwe li sûcên rejîma Baasê pêk anîne digire. Wê demê, rejîma Baasê berê balafirên xwe da Helepçe û sivîlên li Xoremal û Helepçe bi çekên kîmyasal bombebaran kirin. Di encamê de zêdetirî 5 hezar zarok, jin û kesên temenmezin ku amadekariyên pîrozkirina cejnên Biharê dikirin, bûn qurbanî.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev yek tê wê wateyê ku rejîma Baasê tu nirxên mirovî û exlaqî nas nake. Her wiha helwesta rêxistinên navneteweyî li hemberî vê komkujiya xirab, hate şermezarkirin.
TIL TEMIR
Bi heman armancê bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê û partiyên siyasî li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn da ku daxuyaniyekê bidin raya giştî.
Endamê rêveber ê Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Navçeyê Ridwan Xelef daxuyanî xwend û tê de ev yek destnîşan kir: “Ruxmî ku Rêber Abdulla Ocalan li Îmraliyê dîl girtî ye, lê hewl dide aştiyê û demokrasiyê li Tirkiyê pêk bîne. AKP`ê hewl dide bi hemû rêbazan dengê azadiyê û demokrasiya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga wê dike, bêdeng bike.”
Xelef wiha domand: “Faşîstên Tirk rêbazên kirêt li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşînin ku binkeftina xwe veşêrin.”
Xelef di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mirovî û rêxistina CPT`ê kir ku çeranûsa Rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin û parêzeran bişînin Îmraliyê ku tenduristiya wî bê zanîn.
KAMPA WAŞÛKANÎ
Koçberên Girê Spî yên ku li Kampa Waşûkanî dimînin çalakiyek bi tevlîbûna bi sedan şêniyên kampê lidar xist.
Xwepêşandanê ji dawiya kampê destpê kir û li ber deriyê sereke yê ketina kampê veguherî mîtîngê. Xwepêşandêran dirûşmên azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û eşkerekirina tenduristiya wî berz kirin.
Di mîtîngê de Hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Elaa Elî axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Dewleta Tirk dewleteke dagirker e, ji ber ku Rêbertî pergala zordestiyê ya li Tirkiyê hejand, komployek li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anî û tecrîdek lê ferz kir.”
Elaa di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan kir ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku tecrîdê bi dawî bike, çarenûsa Rêber Ocalan eşkere bike û destûrê bide ku hevdîtinên parêzer û malbatê.
Di çalakiyê de koçberên Kampa Waşûkanî bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn.
Endama rêveber a Kongreya Star a kampê Besîme Mihemed daxuyanî xwend û komkujiya Helebçe şermezar kir û bi roja reş bi nav kir.
Besîme piştrast kir ku ev roj nayê jibîrkirin û destnîşan kir ku ev komkujî bi rê û rêbazên cuda berdewam dikin, wekî dagirkirin û qirkirina ku li dijî gelê Rojava û her çar parçeyên Kurdistanê tê kirin.
HESEKÊ
Li Hesekê jî endamên saziyên sivîl, hêzên leşkerî û partiyên siyasî li Çerxerêya Sînalko ya li taxa Til Hecerê kom bûn û dest bi xwepêşandanê kirin. Xwepêşandêran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD`ê û Kongreya Star û pankertên bi nivîsên “Bê serok jiyan nabe” rakirin.
Xwepêşandêr ji kolana sereke heta Çerxerêya Îtfaiyê meşiyan û dirûşmên berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav dikin, berz kirin.
Li Çerxerêya Îtfaiyê endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Zekiye Fermo û endama rêveberiya Komîteya Çandê ya girêdayî Rêveberiya Giştî ya Dibistanan Nisrîn Mecdel, daxuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan neyê zanîn, wê çalakiyên xwe berdewam bike.
Piştî ku xwepêşandan bi dawî bû, Rêveberiya Herêma Hesekê têkildarî salvegera 33`yemîn a Komkujiya Helepçe dauxyaniyek da. Endama rêveber a Partiya Yekitiya Demokraîk a Hesekê Samiye Ferhan daxuyanî xwend.
Samiye di daxuyaniyê de hate gotin ku divê gelê Rojhilata Navîn û cîhanê di bin sîwana neteweya demokratîk de kom bibin û xwe bi fikrên demokratîk xurt bikin.
ŞEDADÊ
Li navçeya Şedadê Meclisa Navçeyê û Kongreya Star der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke hevbeş da.
Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star a Şedadê Menar El Ilêwî ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê ev yek hat gotin: “Dewleta Tirk a faşîst nahêle parêzerên Abdullah Ocalan hevdîtinan bi muwekîlê xwe re pêk bînin yan jî serdanê bikin ku rewşa wî bizanin. Ev yek li dijî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî ye.“
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin ku destûrê bide hevdîtinan û rewşa Rêber Ocalan eşkere bike.