Şêniyên Minbicê: Divê malbat û parêzer bi Rêber Apo re hevdîtin pêkbînin
Welatiyên Minbicê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan protesto kirin û gotin: “Divê di demek nêz de Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêkbîne.”
Welatiyên Minbicê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan protesto kirin û gotin: “Divê di demek nêz de Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêkbîne.”
Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Minbicê û jinên Minbicê bi daxuyaniyan xwestin rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were eşkerekirin. Her wiha qurbaniyên komkujiya Helebçeyê jî bi bîr anîn.
Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo bi beşdariya endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên Minbicê daxuyanî li yarîgeha li naverasta bajêr xwend.
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Minbicê Mêrvet Hemed bi beşdariya jinên Minbicê, daxuyaniyê xwend.
Di her du daxuyaniyan de hate xwestin divê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a tenduristî were eşkerekirin û hate gotin ku divê rêxistin û komên tenduristî derbasî Îmraliyê bibin da ku rewşa Ocalan bizanin û derman bikin.
Di berdewama her du daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku divê li gorî qanûnên navneteweyî yên danûstandina mirovî bi girtiyên siyasî re bê tevgerîn, tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin, malbat û parêzer serdana Ocalan bikin, da ku rewşa wî ya tenduristî bizanin.
Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku bêdengiya navneteweyî li ser sûcên dewleta Tirk piştgiriya binpêkirina mafên mirovan û qanûna navneteweyî ye.
Piştî xwendina daxuyaniyan, meşek hate lidarxistin. Meş ji yarîgehê dest pê kir û heta bi Çerxeriya Mîzana ya rojavayê bajêr çû. Di nava meşê de jî dirûşmeyên “Bijî rêber Apo” û “Eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêbertî” hatin hildan.