Cenazeyên du şervanên YPG’ê hatin veşartin
Şervanên YPG’ê Diyar Arcik û şervanê QSD’ê Ehmed Osman ên ku li ser peywira xwe şehîd bûbûn, bi tevlêbûna bi hezaran kesan cenazeyê wan li Goristana Şehîd Xebat a Dêrikê hate veşartin.
Şervanên YPG’ê Diyar Arcik û şervanê QSD’ê Ehmed Osman ên ku li ser peywira xwe şehîd bûbûn, bi tevlêbûna bi hezaran kesan cenazeyê wan li Goristana Şehîd Xebat a Dêrikê hate veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Diyar Ercik (Êrîş Cesûr) ê ku li Helebê di encama qezaya trafîkê de şehîd bûbû û şervanê QSD'ê Ehmed Osman (Goran Dêrik) ê di encama nexweşiyê de şehîd bûbû, bi merasîmekê girseyî li goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin.
Bi sedan şêniyên Dêrikê, Girê Legê û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî cenazeyê her du şehîdan ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dirêkê wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan goristana Şehîd Xebat Dêrik.
Li goristanê, ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqîqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Rêveberiya Xweser Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û di şexsê her du şehîdan sersaxî ji malbatên şehîdan û ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwest.
Kenan Berekat bal kişand ser helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê û bêdengiya wê ya derbarê daxuyaniya serokê Îtîlafê Nesir El-Herîrî û tawanên wî yên li ji Rêveberiya Xweser û got: "Opozîsyon ti carî xizmeta gelê Sûriyeyê nake, ji wê zêdetir bûye alavek di dewleta Tirk a dagirker de."
Li aliyekê din jî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Wensa Şiwêş got:"Em sozê didin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku em ê heta misogerkirina azadî û demokratiyê şopdarên rêya şehîdan bin."
Piştî axaftin bi dawî bûn, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Girse cenazeyên herdu şehîdan di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên "Şehîd namirin" de hate veşartin.