Dewleta Tirk li Eyn Îsayê baregehek ava kir

Dewleta Tirk a dagirker li dora rêya bejahî ya M4 a li Eyn Îsayê di nava hefteyekê de 5 baregeh ava kir. Ji bo baregehan bigihîne hev jî xendek kola.

Dewleta Tirk a dagirker ku li rojava, rojhilat û bakurê Eyn Îsayê baregeh ava kiriye, bi rêya van baregehan hewl dide rêya bejahî ya M4 a navbera Cizîr û Firatê bi dest bixe.

Dagirkeriya Tirk avakirina bargeha xwe ya 5'mîn a li derdora gundê El-Xalîdiyê yê 6 km rojavayê bajarokê li ser bermahiyên malên gundiyên koçber bi dawî kir.

Dagirkeriya Tirk sewqiyetên leşkerî di nav de, çekên giran, kamerayên çavdêriyê û radar, zêde dike.

Beriya niha hatibû belgekirin ku di navbera baregehan de xendek hatine kolandin.

Piştî 3 mehan ji êrişên domdar ên dagirkeriya Tirk li dijî navçeya Eyn Îsa û gundewarên rojavayê Girê Spî, dewleta Tirk dest bi avakirina baregehên leşkerî kir.