Li Hesekê û Şamê çalakiyên ji bo Abdullah Ocalan
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, li Hesekê û Şamê çalakî hatin lidarxistin.
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, li Hesekê û Şamê çalakî hatin lidarxistin.
Li Hesekê di çalakiyê de ji CPT hate xwestin ku tavilê bikeve nava liv û tevgerê û gahî ji îradeya bi milyonan kesî Abdullah Ocalan bê wergirtin.
HESEKÊ
Nerazîbûna li dijî tecrîdê û îdîayên li dijî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.
Endama Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Hesekê Leyla Bonciq diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û got, "Em dixwazin li ser rewşa tenduristiyê ya Rêber Ocalan tavilê agahiyê werbigirin."
Leyla Bonciq destnîşan kir ku saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan divê bi erk û berpirsyariya xwe rabin û ji CPT xwest ku tavilê biçe girava Îmraliyê. Leyla Bonciq ragihand, heta ku agahiyeke têrker ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin wê li qadan bin.
Endama PYD'ê ya Waşokanî Sûriya Mihemed jî got, "Divê dewleta Tirk a dagirker zanibe ku bi milyonan mirov li ser şopa wî ne."
Endama Rêveberiya Dibistanên Giştî ya Kantona Hesekê Nesrîn Mecdel jî destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di her şert û mercî de dilsozê têkoşîn û rêberê xwe ye, lewma heta agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin wê li ber xwe bidin.
ŞAM
Şêniyên taxa Zorava ya Şamê jî ji bo agahiyê ji rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin li qadan bûn.
Bi navê girseya gel Berdevkê Meclîsa Zorava Zinar Yehya daxuyanî da û ji bo zelalkirina rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji saziyên navneteweyî xwest, ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.
Piştî daxuyaniyê ji bo Rêberê Gelê Kurd dirûşm hatin qîrîn.