PYD'ê ji bo Şengalê bang li hikumeta Iraqê kir

Meclîsa Giştî ya PYD'ê nerazîbûn nîşanî hikumeta Iraqê da û destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YBŞ temsîla îradeya xelkê Şengalê dikin.

Meclîsa Giştî ya PYD'ê têkildarî hewldanên dagirkirina Şengalê daxuyaniyek weşand û berxwedana Şengalê silav kir.

PYD'ê di destpêka daxuyaniya xwe de berxwedana gelê Şengalê ya li hemberî kiryarên nedemokratîk ên hikumeta Iraqê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê û saziyên wê, silav kir.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku xelkê Şengalê bi dehan caran bi rengekî komî hatine qirkirin, ji ber ku ne xwedî hêzeke parastinê bûn û wiha dewam kir: "Komkujiyên ku DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de li dijî xelkê Şengalê pêk anîne, mînaka herî berbiçav a vê rastiyê ne."

PYD'ê wiha dewam kir: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên YBŞ'ê îradeya gelê me yê Şengalê temsîl dikin. Di heman demê de nedubarekirina komjiyên nû li dijî gel misoger dikin. Ew beşekî saziya parastinê ya Iraqê ne û ew yek ne li dijî destûra Iraqê ye."

Her wiha diyar kir ku ku modela Rêveberiya Xweser li Şengalê kilîta çareseriya hemû dozên li Iraqê ye, ji ber ku modeleke demokratîk û alternatîf e.

PYD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hikumeta Iraqê kir ku li şûna zextê û gefan zimanê diyalogê bi kar bîne û taybetmendiya vê herêmê li ber çavan bigire û wiha hate gotin: "Em tekez dikin ku em bi îradeya gelê xwe yê Şengalê re ne. Ji ber ku doza xweparastinê mafekî rewa ye û bêyî wê nabe."