YPG’ê şehîdên Efrînê bi bîr anî

Fermandariya Giştî ya YPG’ê ji ber salvegera dagirkeriya li ser Efrînê daxuyanî da û şehîdên berxwedanê bi bîr anî.

Di salvegera 3’yemîn a dagirkirina Efrînê de, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek da, tê de şehîdên Berxewdana Serdemê di şexê fermandar şehîd Karker Êriş û hevrêyên wî de bi bîr anî û teqez kir ku ew ê têkoşîna ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî dewam bikin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Şoreşa Rojava bi têkbirina wahşeta DAIŞ’ê nirxên mirovahiyê parast û nirxên demokratîk diyarî mirovahiyê kir. Dewleta Tirk a dagirker her tim li dijî wan nirxên demokratîk derketiye û li hember şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê pêş ketiye û ji hemû gelên cihanê re bûye mînak, êrişên topyekun pêş xistiye. Yek ji wan êrişan jî di sala 2018’an de li pêş çavên hemû cihanê li Efrînê hat kirin.

Efrîna ku di dîrokê de her tim di aliyê çandî de herêmeke dewlemend bû, îro bi guhertina demografîk û qirkirina çandî re rû bi rû maye. Gelê me û şervanên wê yên leheng di pêşengtiya fermandar Karker Êriş de li hember vê dagirkeriyê bi mehan berxwedanek bêhempa nîşan dan. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li hember vê rihê fedaî ancax bi bikaranîna teknîkê ve karîbûn pêş bikevin.

Li Efrînê, li hemberî dewleta Tirk a dagirker, gelê me di pêşengtiya yekineyên YPG, YPJ û QSD’ê de, ji 7 salî heya 70 salî berxwedanek bêhempa meşandin û destanek dîrokî nivîsandin. Di vê berxwedanê de, di pêşengtiya Karkeran de bi şîara ‘AN SERKEFTIN AN SERKEFTIN’ têkoşînek bêhempa hat meşandin û her kêliya vê berxwedanê bû destanek. Ev rih di pêşengtiya fermandar Karker de, bi Avesta, Rizgar, Rosiyar, Îlan, Artêûş û bi sedan şehîdên leheng ve bû rihê berxwedanek dîrokî.

Paşeroja azad a gelê me û hemû gelên Rojhilata Navîn, îro ji ber dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi xetereyên mezin re rû bi rû maye. Li hember vê xetereyê, bi rihê fermandar Karker Êriş û bi şîara ‘Serokatiya Azad, Kurdistana Azad’ ve bilindkirina têkoşînê û têkbirina dagirkeriyê armanca me ya bingehîn ya têkoşînê ye. Em di şexsê fermandar Karker Êriş de, hemû şehîdên berxwedana Efrînê carek din bi rêzdarî bibîr tînin û soza azadiyê ku me daye gelê xwe û şehîdên xwe dubare dikin.”