Muslum got, ''Heke ji Imraliyê agahî neyê standin ev rewş ji bo hemû herêmê û her kesî wê ne baş be.''
Têkilî îdîayên li ser tendiristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku di medyaya dijîtal û çapemeniya dewleta Tirk de hatî belavkirin, Endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got, ''Rewşa Rêbertî ji bo hemû gelên li Kurdistanê mijareke girîng e. Her kes girêdayî vê ye û mijareke pir hesas e. Ji ber vê divê li ser were sekinandin. Ji bo ku rastî derkeve holê girîng e ku gel derkeve meydanan. Ji bo Kurdistaniyan girîng e ku hin kes biçin wir û agahiyê bidin.''
Muslim bi berdewamî bal kişande ser rejîma taybet a Imraliyê, bi bîr xist ku tecrîda li Imraliyê dijî hiqûqa navnetewî ye, dijî hiqûqa Tirk bixwe ye jî û got, ''Rêveberiya li Imraliyê ne tenê girêdayî Komara Tirkiyê ye .Têkilî hêzên NATO'yê ye. Her çendî Tirkiye berpirs jî be, NATO jî berpirs e. Ên ku Rêbertî revandin, ew jî berpirs in. Ev meseleyeke navnetewî ye.''
Muslim bi domarî diyar kir Kurdên li girtîgehan û derve ji ber ku li bara şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe berpirs dibînin dest bi grêvên birçîbûnê dikin, şertên girtîbûnê yên Ocalan destwerdana li mafê wan e jî û gelê Kurd, saziyên Kurdan li dijî vê pir biheq in ku grêvên birçîbûnê, çalakiyan, protestoyan bikin, ji ber ku li Imraliyê nêzîkatiyên wiha hene ku li ti pîvanên mirovî û sincî nayên.
Muslum her wiha got, ''Heke ev nêzîkatî bidome dibe ku kaos jî zêde bibe. Kurd piştî astekê wê nikaribin xwe ragirin. Heke were rewşeke wiha em nizanin gel wê çi bike, wê pir xirab bibe. Hêvî dikim yên li aliyên din biaqil bin. Saziyên navnetewî jî mudahele bikin. Aqilê hikûmeta faşîst a Tirk were serî 3u hin gavan bi paş ve bavêje. An na ji bo herêmê û her kesî wê xirab be.''
Endamê Konseya Hevseroktiyê ya PYD'ê Salih Muslim herî dawî got, ''Çi KCK, çi KCDK-E, rêxistinên din, li hemû cîhanê wê çalakî hebin. Di vê de mafdar in jî. Em PYD jî di nav vê de ne. Em jî parçeyek ji vî gelî ne. Em jî tevlî van çalakiyan dibin. Ji dema ku agahiyên têkilî Rêber Apo belav bûne, gelê me li cihê xwe nemaye, li qadan e. PYD li Kobanê, li Qamişlo, bi gel re li nav çalakiyan e û wê li nav be. PYD pêşengiya van çalakiyan dike.
Bi têkiliyên xwe yên polîtîk û dîplomatîk jî em vê rewşê tînin ser ziman. Ez dibêjim qey li ser daxwaza me hin dostên me ev rewş gihandine ber destê hin kesan ku hin endamên Neteweyên Yekbûyî ne jî. Bi gelê xwe re em di nav çalakiyan de û çi tişta ku ji dest me tê em ê bikin.''