Yûsûf: Hembêzkirina Harîrî tê wateya pesendkirina dagirkeriya li Efrînê

Endama Konseya Rêveber a PYD’ê Hediye Yûsûf got, “Dema ku Nasir Harîrî çû ba Mesûd Barzanî ev tê wateya plana qedandina Kurdê azad û pesendkirina dagirkeriya Efrînê.”

Endama Konseya Rêveber a PYD’ê Hediye Yûsûf derbarê meha Adarê ya ku ji bo Kurdan meha berxwedanê ye û salvegera 3’emîn a dagirkirina Efrînê ji ANF’ê re axivî.

Yûsûf diyar kir ku meha Adarê ji bo Kurdan tê wateya destpêka biharê û gelek êş, pîrozî û berxwedan di nava meha Adarê de heye. Yûsûf got ku, “Qetlîamên 12 û 16’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê, Hefteya Qehremaniyê û Newroz di meha Adarê de ye. Îroj destkeftiyên gelê Kurd gelekî zêde bûye. Li Rojava bi avabûna pergala rêveberiya xweser re, ji bo şoreşê encamên gelekî girîng derketin holê. Şoreşa me ya Kurdistanî êdî Kurdistan derbas kiriye û hatiye asteke navneteweyî. Dinya giş, Rojava û modela li wir dişopîne. Mirovayetî ya ku ketiye krîzeke gelekî mezin, bi saya şoreşa Rojava moral distîne û hêviyê li wir dibîne. Modela me ya rêveberiya xweser a demokratîk li ser esasê yekîtiya gelan a demokratîk hatiye avakirin.

PERGALA KAPÎTALÎST DIXWAZE MODELA ME TASFIYE BIKE

Pergala kapîtalîst dixwaze modela me tune bike û berevajî Rêveberiya Xweser dixwaze li ser bingeha nijadperestiyê modelekê ava bike. Ji roja ku şoreşa me dest pê kiriye, tekane armanca van êrîşên li ser Rojava ev e ku pêşiya modela me bigire û tasfiye bike. Çeteyên Nusra, El Kaîde, OSO, DAÎŞ û dewleta Tirk êrîşî herêmên me kirin û hê jî dikin. Ev hêz qaşo alternatîfa rejîmê bûn lê ya balkêş ev bû ku her dem êrîşî Rojava kirin. Dewleta Tirk êrişî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir, ligel van berxwedanên mezin jî ev der dagir kir. Bi dehan qetlîam kirin. Nêzî milyonek kes neçar man ku ji bajaran koç bikin, bi hezaran kes girtin. Dewleta Tirk bi van êrîşan re dixwest îradeya rêveberiya xweser bişkîne, lê bi ser neketin. Modela me ya rêveberiya xweser a demokratîk heta îro bi gelek êş, berxwedan û hêviyê pêş ket. Îroj pergala kapîtalîst û pêşengên wê pergala xwe guherandin. Siyaseta wan a nû ya li hemberî Rêveberiya Xweser, heke nikarî tasfiye bikî, wê reforme bike û ji cewherê wê dûr bixîne.

ENKS Û NIJADPERESTÎ LI SER PERGALA ME TÊ FERZKIRIN

Nijadperestiyê li ser pergala me ferz dikin. Israra ku dixwazin ENSK’ê bikin şirîkê rêveberiyê û daxwaza ku dixwazin şertên ENKS’ê were qebûlkirin, encama nêzikatiya ‘Heke ENKS nebe, wê yekîtiya Kurdan nebe’. Bi vî awayî dixwazin modela me reforeme bikin. Dixwazin Rêveberiya Xweser li ser bingeha nijadperestiyê geş bikin û aliyê wê yê felsefî û civakî teng bikin.”

SERDANA HARÎRÎ JI BO ÎNKARA KURDÊN AZAD Û ÎMHAYÊ YE

Yûsûf li ser meseleya Serokê ‘Koalîsyona Mûxalif û Şoreşgeran a Sûriyeyê’ Nasir Harîrî yê ku dijminatiya Kurdan dike li Hewlêrê ji aliyê Barzaniyan hate pêşwazîkirin jî got ku, “Serdana Nasir Harîrî tê wateya şerê li dijî rêveberiya xweser xurttir bikin. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd xwe ji cejna neteweyî re amade dike, ji bo azadî û demokrasiyê şerekî mezin heye, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatiye talankirin lê serokê çeteyên axa me dagir kirine diçe Hewlêrê bi Barzaniyan re rûdinê û dahatûya rêveberiya xweser nîqaş dikin, ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev serdan ji bo çi ye? Ji bo înkar û îmhaya Kurdên azad e. Ev koma Harîrî jixwe projeya dewleta Tirk e. Mixabin Barzanî jî ew ezimand. Barzanî ji dêvila ku bibêje ‘We bi sed hezaran mirovên me dan koçkirin, bi sedan mirovên me kuştin” tifî ser rûyê wî bike, bi qasî Îdlibiyan nebû xwedî helwest. Nasir Harîrî dema ku çû Îdlîbê gel bi kevir û şimikan ew qewirand. Gelê Îdlîbê ligel ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de dijîn, gotin ‘Nabe ku tu nûnertiya me bikî.’ Barzanî ji dêvila ku wî biqewirînin mixabin ew hembêz kirin. Ev hembêzkirin tê wateya ‘Em şirîkê qetlîamên we yên li ser Kurdan in’. Tê wateya ku ‘We Efrîn dagir kir, destê xwe sax be, we Efrîn ji nav destê terorê derxist, Efrîn ji we re pîroz be’. Dema ku PDK’ê Nasir Harîrî li Hewlêrê ezimand, ev tê wateya pesendkirina dagirkirina Efrînê. Ji dêvila ku ji Nasir Harîrî hesap bipirsin, ezimandin tê çi wateyê? Armanca vê serdanê ev e ku bibêjin li Efrînê her tişt xweş e û îstîkrar bi pêş ketiye. Di 18’ê Adarê de em dikevin salvegera 4’emîn a dagirkeriye Efrînê, her kes ji ber êşa vê dagirkeriyê xemgîn e, lê dema ku Harîrî diçe ba Mesûd Barzanî, ev tê wateya pesendkirina planên qedandina Kurdên azad. Di vê serdemê de divê hemû Kurd li dijî dagirkeriyê rabin ser pêyan û axa xwe ji dagirkeran biparêzin. Lê bi ezimandina serokê çeteyan dixwazin vê peyamê bidin ku li Efrînê her tişt xweş e, rêveberiya xweser ne rêveberiyeke meşrû ye û divê şertên ENKS’ê were qebûlkirin.

ŞERTÊN ENKS’Ê

Şertên ENKS’ê ev e ku divê peymana civakî ya Rêveberiya Xweser ji ber çavan were derbaskirin, pergala perwerdehiyê were guherandin, pergala perwerdehiyê ya rejîmê were qebûlkirin, hêzên xweparastinê yên Kurdan ji holê were rakirin, têkiliya Rojava û PKK’ê ji hev were qutkirin. Dixwazin pergala demokratîk ji holê rakirin û nehêlin ku jiyana azad mayînde bibe. Dixwazin vî tiştî li ser Kurdan ferz bikin. Ji ber van helwestan gelê Kurd her dem têk çû lê êdî divê gelê Kurd neyê xapandin, gelên li dora Kurdan û pergala demokratîk kom bûne divê li helwestên xurt nîşanî van peymanan bidin. Divê gelê Kurd li her 4 parçeyan li hemberî dagirkeriyê bibin xwedî helwesteke xurt û yekîtiya xwe pêk bînin. Ji yekîtiya partiyan zêdetir yekîtiya civakê girîng e. Yekîtiya Kurdan divê bi hebûna ENKS’ê neyê girêdan. Heke 2,3 partî nayên bi Kurdan re nabin yek, ev nayê wateya ku wê yekîtiya gelê Kurd pêk neyê.Me bi çavê xwe dît çete dema ku ketin Serêkaniyê alayên Kurdan şewitandin.”

ÊRÎŞA LI SER ŞENGALÊ TÊ WATEYA ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA

Yûsif diyar kir ku li dijî Rojava, Şengal, Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş tên kirin. Ev êrîş li dijî destkeftiyan e. Hikumeta Navendî ya Iraqê modela rêveberiya xweser a Şengalê qebûl nake, ev jî parçeyekî peymana bi dewleta Tirk e. Ev êrîşên li ser Şengalê tê wateya êrîşên li dijî Rojava. Ev êrîş li dijî destkeftiyên gelê Kurd û destkeftiyên civaka Êzidî ye. Ji ber berxwedana Şengalê li qada navneteweyî meşrûbûnek hate bidestxistin. Îro dinya giş piştgiriyê dide xweseriya civaka Êzidî. Armanca van êrîşên li ser Şengalê ev e ku vê meşrûbûnê ji holê rakin. Bi êrîşên li ser Şengalê re dixwazin dora Rojava jî bigirin. Ji ber vê jî herêma federe ya Kurdistanê vê êrîşê pesen dike û hikumeta Iraqê jî rêveberiya xweser û asayîşê dike hedef.”

PEYMANA LI SER EFRÎNÊ

Yûsif diyar kir ku Tirkiye, Rûsya û Katar hatine bav hev û peymanek çêkirine. Yûsûf got ku, “Ev peyman li dijî destkeftiyên gelê Sûriyeyê û demokrasiyê ye. Ev peyman wê krîza li Sûriyeyê kûrtir bike û çareseriyê jî dereng bixîne. Her sê alî jî temsîliyeta gelê Sûriyeyê nakin. Ev her sê dewlet ji bo berjewendiyên xwe li hev kirine. Heke li Sûriyeyê demokrasî bi pêş bikeve, wê ev tişt li dijî berjwendiyên wan be. Divê gelê Sûriyeyê li hemberî van planan hişyar be. Divê gelên di nav Rêveberiya Xwerser a demokratîk li hemberî van xebatên xwe yên rêxistinkirinê û xweparastinê xurt bikin.”

DAGIRKERIYA LI SER EFRÎNÊ

Yûsûf diyar kir ku li Efrînê qirkirineke mezin heye û got ,”Efrîn a niha bûye êşkencexaneyeke mezin. 300 hezar kesan ji Efrînê koç kirin, ji Gûta û bajarên cihê Sûriyeyê malbatên çeteyan hatin li ser axa Kurdan û dest danîn ser mal û milkên Kurdan. Efrîn hate talankirin. Tecawizî jina hate kirin.Em bang li hemû rojnamegerên li dinyayê dikin, bila werin qetlîamên li Efrînê binivîsn. Dewleta Tirk li Efrînê wekî çeteyên DAÎŞ’ê li hemberî mirovatiyê sûc dike.

Bi salvegera dagirkeriya li ser Efrînê re em bang li gelê xwe û dostê xwe dikin, divê em alaya berxwedanê hildin û xwdî li mafên gelên Efrînê derkevin. Divê em zextan li ser dewleta Tirk bikin û wê ji Efrînê derxînin da ku gelê me vegere Efrînê.”