Li Qamişloyê li ber avahiya NY’ê çalakî hate pêkanîn

Ji bo di demek nêz de bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re hevdîtin were pêkanîn, li ber avahiya NY’ê ya li Qamişlo ya li Bakur û Rojhilatê Suriyê çalakî hate pêkanîn.

Bi armanca hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re were kirin li bajarê Qamişlo ya li Bakur û Rojhilatê Suriyê cih digre, çalakiye hate lidarxistin.

Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hate protestokirin û hate gotin ku divê di demek nêz de bi Ocalan re hevdîtin were kirin.

Gelê ku daketîn qadan wiha gotin: “Em daxwaza mîsogeriya jiyana Rêberê xwe û azadiya wî dixwazin.”

Her wiha di çalakiyê de ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Efû ya Navnetewî hate diyarkirin ku tecrîda li ser Abdulah Ocalan nayê qebûlkirin û divê demek nêz de agahî jê were girtin.