Li Til Berakê şehîdên 12’ê Adarê hatin bibîranîn
Meclîsa Til Berakê şehîdên Serhildana 12’yê Adarê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.
Meclîsa Til Berakê şehîdên Serhildana 12’yê Adarê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.
Meclîsa navçeya Til Birakê ya girêdayî Kantona Qamişlo, bi boneya salvegera 17’emîn a Serhildana 12’yê Adarê daxuyanî da.
Daxuyanî bi beşdarbûna endamên meclisê li pêş avahiya meclisa navçeyê ji aliyê Hevseroka meclisê Emîne Xelef ve hate xwendin.
Di daxuyaniya meclisê de wiha hate gotin:
"Serhildana 12’ê Adarê benda tirsa li pêş gelê me yê ku bi dehan sal e ji bo mafên xwe têdikoşe şikand û bû çirûska şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bi damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk encam da. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nûnertiya armanc û vîna tevahî pêkhateya ji Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Ermen û pêkhateyên din dike, pêkhateyên herêmê bi hevgirtin û girêdanê, bi rihê biratiya gelan û jiyana hevbeş herêm û destkeftiyên xwe ji tevahî hewldanên komployan parast.
Em sûcên hikumeta Şamê û zihniyeta wê şermezar dikin, li aliyekî din jî diyaloga navxweyîyê ya Sûriyeyê pêwîstiyeke ku krîza Sûriyê bi dawî bibe."