ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Çeteyan li Efrînê jinek din revandin
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand ku koma çete ya Feyleq El Şam a girêdayî dewleta Tirk li gundê Basûfanê jina Êzidî ya bi navê Xezalê Menan Selmo ya 45 salî revandin. -
Dagirkeran li Til Temirê zarokek ku pezê xwe diçêrand, birîndar kir
Dewleta Tirk a dagirker dema ku bi giranî Til Temir bombebaran dikir, zarokê 6 salî Yezen Mihemed El Alî ku li gel bavê xwe pez diçêrand birîndar bû. -
Dagirkeran li Efrînê qira darên zeytûn anîn
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê 80’ê darên zeytûnên din jî birîn. -
Êrîşa li Gare li Amûdê hate protestokirin
Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Garê ya Başûrê Kurdistanê li Amûdê bi meşekê hate protestokirin. -
Dewleta Tirk dibistan bombe kir, zarokek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker, dibistanek a gundên girêdayî Til Temirê bombe kir, zarokek birîndar bû. -
Ciwanên Kobanê: Em amade ne li Garê li ber xwe bidin
Ciwanên Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Garê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew amade ne li Garê li ber xwe bidin. -
Li Kobanê çalakiya kondanînê: Ji bo Rêber Apo em têkoşînê geş bikin
Li Kobanê li dijî tecrîd û komploya navnetewî ya li ser Ocalan çalakî didome. Jinan gotin, ''Ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo Kurdistaneke azad em têkoşînê geş bikin.'' -
Xwendakarên Kobanê berxwedana Bogaziçiyê silav kirin
Xwedekarên Zanîngeha Kobanê berxwedana xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê silav kirin. -
Di şevekê de 100 hawan avêtin Minbicê
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Minbicê û gundên hawîrdorê Mihemed Xêr Şêxo got şeva yekşemê dewleta Tirk a dagirker 100 hawan avêtiye Minbicê. -
Li Herêma Firatê 20 rojan 21 hezar îmze li dijî dagirkeriya Tirk hatin komkirin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê 20'ê Çileyê bi dirûşma "Na ji dagirkeriya Tirk a li xaka Sûriyeyê, bila Erdogan bê darizandin" dest bi kampanya îmzeyan kiribû. Heta niha li herêma Firatê 21 hezar îmze hatin komkirin. -
Tumena Sûltan Mûrat li Efrînê zarokên Kurdan dike çete
Çeteyên Tumena Sûltan Mûrat a girêdayî dewleta Tirk bi rêya hin komên xwe li Efrînê zarokên temenê wan biniya 18 salî ne, li kampa perwerdehiya leşkerî ya li Hawar Kîlîsê perwerde dike û piştre wan dişîne eniyên li Serêkaniyê û Girê Spî. -
Li Kobanê û Şehbayê komploya navneteweyî protesto kirin
Li Kobanê û Şehbayê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi meşen hatin lidarxistin hate protestokirin. -
Meclîsa Leşkerî ya Mibicê: 5 çete hatin kuştin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di hewldana çeteyan a li ser Minbicê de koma çeteyan a ji 5 kesan pêk dihatin hatin kuştin. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên Babê dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundên rojhilatê Babê dikin. -
Dewleta Tirk Minbicê bombe kir
Artêşa Tirk a dagirker gundên girêdayî Minbic a girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe kir. -
QSD’ê ragihan ku kesê malbatên DAÎŞ’ê ji Holê direvînin girtine
QSD`ê ragihand ku hêzên wan kesek ku malbatên çeteyên DAÎŞ`ê ji Kampa Holê direvandin, girtine. -
MSD'ê bang li dewletên Ereb kir ku li ber dewleta Tirk rabin
MSD'ê bang li endamên Komkara Ereb a Yekbûyî kir ku li dijî polîtîkayên dewleta Tirk ên ji bo berfirehkirina dagirkeriyê, bikevin nava liv û tevgerê. MSD'ê ragihand, ku polîtîkayên dewleta Tirk wê bike ku DAÎŞ ji nû ve vegere. -
Li Minbicê êrîşa dagirker a dewleta Tirk hate şikandin
Hate diyarkirin êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku biribû ser gundê El Cat ê bakurê rojhilatê Minbîcê hatiye şikandin. -
Şehîd Serdar Şakir li Qamişlo spartin axê
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Serdar Şakir li Goristana Şehîdan a Delîl Saroxan a li Qamişloyê spartin axê. Serdar Şakir 5’ê Sibatê di encama krîza dil de şehîd bûbû. -
Êrîşa dewleta Tirk a li Til Temirê hate şikandin
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Ûm El Kêf ê Til Temirê kir. Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê diyar kir ku wan êrîş şikandine. -
Talana dîrokî ya li Efrînê dîsa hate belgekirin
Dîmenên ji peykê yên talankirina Girê Şorbe ya Efrînê derket holê. Artêşa Tirk a dagirker li Bakurê Efrînê ev der talan kiribû. -
Li Hamayê di navbera çeteyên Enqereyê û artêşa Şamê şer çêbû
Di navbera komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hêzên girêdayî hikumeta Şamê de li herêma Hamayê şer çêbû. -
PDK'iyê berê Resûl: PDK û ENKS xiyanetê li Kurdan dikin
Hecî Resûl ku sala 1961'ê tevlî raperîna gel a li Başûr bû û gelek caran bi Mele Mûstafa Barzanî re hevdîtin kir, diyar kir ku PDK û ENKS bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re xiyaneta herî mezin li Kurdan dikin. -
Dagirkeran êrîşî Eyn Îsayê kirin
Dagirkeran bombe li Restoranta Seqîrê ya li gundê Mielekê û rêya M4 ên li Eyn Îsayê barandin. -
Li Dêrazorê di êrîşa çekdarî de kesek mir
Li rojhilatê Dêrazorê hinek kesan bi çekê êrîşî Ehmed El Nasir kirin. Di êrîşê de hevjîna Nasir a li wî mir.