Şehîd li Minbicê bi merasîmekê spartin axê

Şêniyên Minbicê cenazeyên şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Mûs û Mehmûd Xelîfe li Goristana Şehîdan bi merasîmeke girseyî spartin axê.

Karwana şehîdan ji pêş Nexweşxaneya Firatê ber bi Goristana şehîdan a li Başûrê Minbicê bi beşdariya bi dehan kesî kete rê.

Li goristanê bi deqeyek rêzgirtina şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîm destpê kir. Piştre Cîgirê Hevserokatiya Komîteya Hundirîn a Minbicê Îbrahîm Bekar got: "Li te pîroz be şehîd ew cihê bilind û bi nirx. Te di oxira welat de canê xwe da."

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx li ser nave meclîsê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Ji şehîd giranbuhatir tine ye. Ji ber ku ew di oxira parastina şênî û welat de canê xwe didin."

Hevserokê Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Minbicê Suhêl Walî li ser navê Rêveberiya Minbicê wiha axivî: "Tenê hebûna şehîdan parastina taybetmendiyên xakê diparêzin û ji her şehîdekî/ê çîrokek heye. Em ê her deyndarê wan bin."

Piştî axaftinan jî endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Ehmed El-Casim nasnameya her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşm û tilîliyên dayikan spartin axê.