Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 14`ê Tîrmehê de îdia kirin ku wan goreke komî ya 35 cenazeyên bê nasname dîtiye. Malperên çeteyan yên medya dijîtal û ajansa Anadolê îdîa kirin ku ew cenaze yên sivîlan in ku beriya dagirkirina Efrînê ji aliyê YPG`ê ve hatine kuştin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê îdîayên dewleta Tirk ên têkilarî wê goristanê derewandin û binpêkirinên li dijî goristanên şehîdan şermezar kir. Daxuyanî li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê hat xwendin.
Daxuyanî ji aliyê endamên meclisê Avdar Elo û Menal Şêxo ve bi zimanên Kurdî û Erebî hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din bêhurmetiyê li diî goristanan û şehîdên Efrînê dike. Ew hewl dide rastiyan berovajî bike da ku xwe ji binpêkirina hurmeta goristanên şehîdên berxwedana Efrînê yên sivîl û YPG û YPJ`ê bide alî û îdia bike ku ew qurbaniyên komkujiyan e û ji aliyê YPG`ê ve hatine kuştin.
Em ji raya giştî re teqez dikin ku ev goristan a şehîdên komkujiyên komî ne ku dewleta Tirk a dagirker di êrişa li ser Efrînê de pêk anîn. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gihaştin sînorên Efrînê, bajar bi dijwarî tobparan kirin û gelek komkujî pêk anîn wekî komkujiya taxa Mehmûdiyê ya Efrînê ya di 16`ê Adarê de. Wê demê Meclisa Malbatên Şehîdan nikarî şehîdên komkujiyan ên sivîl û leşkerî li goristanên li derveyî bajêr veşêre. Ji ber wê li nêzî nexweşxaneya Avrîn a li Efrînê hatin veşartin. Ev yek hatiye belgkirin. Em îdîayên dewleta Tirk red dikin û îsbat li cem me hene ku derewên wê eşkere bikin. Li gorî urfên civakî, dema ku rewşa aram be ne gengaze qurbaniyên komkujiyan bi awayekî komî werin veşartin. Em ê li ser van îdiayên dagirkeran îsbat û belgeyan pêşkêş bikin.
Em binpêkirinên li dijî goristanên şehîdan şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku fişarê li dewleta Tirk û çeteyên wê bikin da ku sûcên xwe yên li dijî goristanan rewastînin û rêzê nîşanî hurmeta miriyan bidin.”
CIZÎR
Meclîsên Malbatên Şehîdan ên navçeyên Tirbespiyê, Girkê Legê, Til Temir û bajarê Qamişlo daxuyaniyeke hevbeş dan. Di daxuyaniyan de kiryarên faşîzma Tirk li bajarê Efrînê yê dagirkirî ku gihaşt asta vekirina gorên şehîdan, şermezar kirin.
Ji dema dagirkirina kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve di 2018`an de, li dijî şêniyên kantonê sûcên herî hov tên kirin, mezarên şehîdan jî ji dagirkeran nefilitîn.
Beriya çend rojan dezgehên çapemeniyê yên Tirk dîmenek belav kirin, têde çend çeteyên dewleta Tirk gorên şehîdan li Efrînê vedikin. Dezgehên çapemeniya Tirk îdîa kirin ku goreke komî ye ku qurbaniyên wê ji aliyê YPG`ê ve hatine kuştin.
Daxuyanî wiha ye:
“Faşîzma Tirk bi serkêşiya AKP`ê û MHP`ê li pêşberî tevahî cîhanê, hemû biryarên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û nirxên wê yên madî û manewî bin pê dike. Her cure rêbazên qirêj li dijî daxwazên gelê me ji bo avakirina welatekî ku tê de her kes bi nasname û rûmeta xwe dijî, pêk tîne. Di dîrokê de tu nimûneyeke wiha qirêj nehatiye dîntin, ango gihîştiye wê astê ku destdirêjî goristanên şehîdan dike, ev ne cara pêşîn e. Wê heman kiryar berî niha li gelek mezargehên Bakurê Kurdistanê û Serêkaniyê jî pêk anîbû û îroj wekî cara sêyemîn van rêbazan li Efrînê dubare dike. Ew bi veguhestina mezargehên şehîdên wekî baregehên leşkerî bi kar tîne, anku dewleta Tirk gihîştiye asta kolandina gorên şehîdan û bi laşê wan ê paqij û pîroz dilîze. Ev kiryarên wan kiryarên ku DAIŞ`ê di navbera salên 2014-2015`an de pêk anîne, tîne bîra me.
Ev yek jî ji me re teqez dike ku tu cudahî di navbera dewleta Tirk û DAIŞ`ê de tune ye, ku piştgiriyê dide DAIŞ`ê, anku van kriyaran li djiî vîna gelê me bi sedsalan û di deh salên dawîn de hîn zêdetir dane meşandin. Ji ber ku ev salên dawîn mîna serdema ronesansê ye ji bo gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û bidestxistina destkeftiyên neteweyî yên hêja, nemaze li Rojava. Li vê parçeyê gelê Rojava û pêkhateyên wê li kêleka hev sekinîn ji bo avakirina pergaleke civakî ku rêvebirina wê ji hêla gel ve were kirin. Anku di xizmeta berjewendiya aramî û aştiya cîhanê de be. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, civaka sivîl, hezkiriyên demokrasî û aşatiyên û rêhevalên gelên bindest li cîhanê dikin, bila destwerdanê bikin da ku binpêkirinên dewleta Tirk rawestînin.
Em bi hezaran malbatên şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Ereb û Suryanî em ê bi awayên cûr bi cûr û bi hemû hêza xwe li hemberî şerê taybet û qirêj bisekinin û em ê siyaseta dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere bikin. Ji her demê zêdetir û di nava gelên azadîxwaz de em ê bi biçûk û mezinan li meydanan bin û têbikoşin, li kêleka zarokên xwe yên li eniyên şer bisekinin da ku Efrînê rizgar bikin û rê li pêşiya guherîna demografîk a sîstematîkî bisekinin.”
HELEB
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê jî bi heman armancê daxuyaniyek da û têde wiha got: “Welatên cîran jî ji siyaseta dewleta Tirk a destwerdan, dagirkirina cografiya û hedefgirtina hemû pêkhateyan û bi taybetî Kurdan, nefilitî.
Li ser bingeha zihniyeta şofînîst, dewleta Tirk di dema êrişên sala 2018`an li dijî Efrînê de sûcên şer û komkujî pêk anîn. Bila cîhan bizanibe ku ev gor ê şehîdên sivîl in ku malbatên wan û Rêveberiya Xweser ji ber topbarana bêserûber li ser bajêr nikarîbû wan li goristanên gundan an goristanên şehîdan veşêre.
Şêniyên Efrînê baş dizanin ku di roja koçberbûna ji Efrînê de piraniya qurbaniyan bi lez hatin veşarti.
Terora dewleta Tirk bê sînore , divê her kes li hemberî vê terora birêxistinkirî ya li dijî mirî û zindiyan bi berpirsiyariyên xwe yên exlaqî rabe.”