Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku endamê wan ê bi navê Mehmûf El Hisên li ser peywira xwe şehîd bûye.

Têkildarî mijarê, Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro daxuyaniyek da û diyar kir ku li Minbîcê endamê wan ê bi navê Mehmûd El Hisên dema li ser peywira xwe bûye, şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya wan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnemeya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Mehmûd El-Hisên

Navê bav:  Mihemed

Navê dayik:  Şemse

Cih û dîroka jidayikbûnê: Ewsecliya Mezin 1998

Dîroka tevlêbûnê: Minbîc 10.02.2020

Dîroka şehadetê: Minbîc 12.07.2021