Cîhan Xidro: Em ê qanûnên jinê çêbikin
Seroka Desteya jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro anî ziman ku li herêmên wan jî tundî li jinê tê kirin û destnîşan kir ku wê li dijî vê yekê qanûnên jinê çêbikin.
Seroka Desteya jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro anî ziman ku li herêmên wan jî tundî li jinê tê kirin û destnîşan kir ku wê li dijî vê yekê qanûnên jinê çêbikin.
Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro got, projeya neteweya demokratîk bi pêşengiya jinê tê birêxistinkirin, lewma dewlet û çeteyên Tirk bi taybetî êrişî jinê dikin.
Cîhan Xidro ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku sîstema wan bi pêşengiya jinê tê avakirin; li qadên leşkerî, siyasî, civakî û îdarî jin bi rengekî pêşeng cihê xwe di nava saziyan de digire û got, "Ya rast, modela Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya ku xwe dispêre neteweya demokratîk weke projeya jinê ava bû. Ji ber vê taybetmendiya xwe timî bû hedefa êrişan."
ŞIKANDINA ÎRADEYA JINÊ Û TESLÎMGIRTINA CIVAKÊ
Cîhan Xidro diyar kir ku di serî de Cebhet El Nûsra û DAÎŞ ên di bin kontrola dewleta Tirk de ne, ji bo komên çeteyan hemûyan hedefa destpêkê ya êrişê jin e û wiha dewam kir, "Êriş birin ser îradeya jinê. Bi taybetî yekane armanca êrişa li dijî jinê ew bû ku di şexsê jinên pêşeng de îradeya civakê bişikînin. Di êrişên dagirkeriyê hemûyan de hedefa destpêkê jin e. Hewl dan vê zîhniyetê di nava civakê de bidin rûniştandin. Ev yek jî carna bi rêya çeteyên selefî, carna bi rêya saziyên ku li herêmên dagirkirî ava kiriye, carna jî di nava civakê de bi rêya êrişên şerê taybet û psîkolojîk hewl da çêbike."
KRÎZA SÛRIYEYÊ GIRANTIR KIR
Xidro destnîşan kir ku eger krîza Sûriyeyê veguherîne krîzeke ewqasî giran û hîn çareser nebûye, di vir de rola dewleta Tirk gelekî mezin e û got, "Dewleta Tirk krîz girantir kir. Tirkiye tevlî bûyerên Sûriyeyê bû û di vir de bi roleke neyînî rabû. Destpêkê bi destê çeteyan piştre jî bi xwe yekser tevlî bû. Dewleta Tirk 16'ê Adara 2016'an Cerablûs, piştre jî Bab, Ezaz, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir. Li van herêmên dagirkirî tişta ku dewleta Tirk destpêkê kir, guhertina çand, exlaq û demografiya van herêman bû. Bi taybetî li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê yên dagirkirî bi her awayî kiryarên li dijî mirovahiyê li hemberî gel kir. Li van herêman nexwazim li dijî jinan tundî, revandin, destavêtin, desteserkirin, bi kurtasî kiryarên li derveke din a cîhanê nayê dîtin xiste meriyetê. Li van herêman dest avêtin jinan, jin hatin qetilkirin, jin hatin revandin, bi dehan jin hîn jî winda ne, li ser aqûbeta wan agahî nîne. Mixabin dewleta Tirk dema ku vê dike, cîhan tev bêdeng dimîne. Cîhan tev li kiryarên hovane yên dewleta Tirk tenê temaşe dike. Heta niha dewlet û saziyên navneteweyî li ber van kiryaran ranebûne."
SEDEMA TUNDIYÊ DEWLETA TIRK E
Xidro anî ziman ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka sala 2021'ê ve tundiya li dijî jinê zêde bûye û bal kişand ser bûyera li Hesekê ya li dijî du jinan hate kirin. Xidro destnîşan kir ku rola kê di kuştina van herdu jinan de hebe wê bêne darizandin û got, "Li hin herêmên me jî tundî li dijî jinê tê kirin. Sedemên vê hene. Ya yekemîn; herêma me timî dibe hedefa êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê. Timî têne bombekirin. Xelkê me yê ku mal û gundên wan têne bombekirin, beşek jê neçar dimîne ku koç bike, li kampan bi cih dibe. Ji ber vê yekê jî tengaviyeke psîkolojîk rû dide. Her wiha zîhniyetek heye ku DAÎŞ hewl dide li herêmê belav bike. Belê DAÎŞ hate tasfiyekirin, lê belê beşeke civakê heye ku kete bin bandora vê zîhniyetê. Mixabin her çend têkoşîna me li dijî vê dewam dike jî car carna bûyerên bi vî rengî diqewimin. Her wiha demeke dirêj e ji ber koronayê karantîna li herêmê heye. Mirovn neçar man li malên xwe bimînin. Ev jî bû sedem ku car carna li nava malbatê pirsgirêk rû bidin."
HEWLDANA JI BO ÇÊKIRINA QANÛNÊN JINÊ
Serokê Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro destnîşan kir ku weke Desteya Jinê ji bo pêşîgirtina li vê yekê projeyên wan hene û got, "Me vê demê çêkirina qanûnên jinê danîne ber xwe. Ev qanûnên ku em ê di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li jinê ava bikin, wê li nava tevahiya civakê bi cih were anîn û ji bo qanûn bêne fêhmkirin wê li nava civakê kar bê kirin. Her wiha li nava civakê em perwerdeyên ji bo jinê, malbatan û mêran çêdikin. Bi rêya van perwerdeyan jî em dixwazin civakê hîn têgihiştî bikin."