PYD: Dewleta Tirk li gel sûcên dike, hewl dide rastiyan berovajî bike

Meclîsa Giştî ya PYD’ê nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da ku goristana li Efrînê texrîb kir, destnîşan kir ku deqek din a reş li dîroka dewleta Tirk hate zêdekirin.

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî binpêkirina dewleta Tirk a li dijî goristaneke şehîdan a li Efrînê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên terorîst bi sûcên xwe yên ku rojane pêk tîne tê naskirin û li hemberî vê yekê berteke exlaqî tune ye.

Kolandina goran, binpêkirina rûmet û pîroziyan, sûcên nayên jimartin û di dîroka wê ya reş de di dîroka wan a reş de hatiye tomarkirin. Dewleta Tirk û komên wê bi talankirin û dagirkirina erdên derveyî sînorê xwe, guhartina demografî, çewisandina nasnameya çandî û dîroka gelê Kurd û pêkhateyên din sînordar nema, lê fikirê wê yê faşîst ê terorîst gihişt asta ku gorên şehîdan ên ji di dema êrişên dewleta Tirk û çete û ajanên wê de parastina Efrînê dikirin, kolandin. Sûcê xwe yê qirêj wekî komkujiyeke û tawanên li djiî parêzvanên Efrînê nîşan da, her wiha rastiyan berovajî dike, lê sûcên wê ji her kesî re eşkere ne.

Em Meclîsa Giştî ya PYD`ê dibînin ku mîna van kiryarên qirêj û derexlaqî berdewama sûcên faşîzma Tirk û çeteyên wê ne. Em bang li tevahî saziyên navneteweyî, rêxistin û dewletên aktîv li Sûriyê dikin ku sûcên qirêj ên dermirovî bi dawî bikin. Careke din em bang li hêzên navneteweyî yên aktîv dikin şêniyên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî yên bi darê zorê ji malên xwe koçber bûne vegerînin û dagirkeran û komên terorîst ên çete ji wir derxin."