Li Minbîc û Tebqayê şehîd hatin veşartin

Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbîcê Mehmûd Mihemed El Hisên li Goristana Minbîcê û şehîdê Hêzên Xweparastinê Mihemed El Hisên jî li goristana Tebqayê bi merasîmekê hatin veşartin.

MINBÎC

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Mehmûd Mihemed El-Hisên îro (Duşemê) dema ku li ser peywira xwe bû şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Mehmûd Mihemed El-Hisên spart axê.

Şêniyan cenzeyê şehîd ji ber nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîdan a rojavayê bajar ve çûn.

Merasîm bi rêzgirtin û merasîma leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir. Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Cîhan Mistefa axivî û got: "Şehîd can û rihê xwe dan da ku ev welat bimîne û gel bi ewlehî bijî. Em soz didin vî rihê pak û zelal ku em ê heta pêkanîna armancên şehîdan a misogerkirina aramî û ewlehiya welat, li ber xwe bidin."

Dûvre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Kefaa El-Elî  sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Nûra El-Hamid bi navê Rêveberiya Sivîl a Minbicê axivî û got"Şehîd ji bo welat û avakirina civakeke demokrat jiyana xwe feda kir, şehîdan bi rihên xwe efsaneyên lehengiyê nivîsandin da ku em bi rûmetî û serbilindî li welatê xwe bijîn."

Piştî axaftin bi dawî bû endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Şêx nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir, paşê cenaze di nava slogan û tililiyên dayikan hate veşartin.

TEBQA

Şêniyên Tebqayê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Mihemed El-Hisên ê duh li bajarê Tebqayê li ser peywira xwe şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîdan spartin axê.

Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Xweparastinê ve hate lidarxistin. Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Foza El-Mihemed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û di kesayeta şehîd Mihemed El-Hisên de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê Mihemed Xalid axivî  û soz da dayikên şehîdan ku dê xeta zarokên wan bişopîne û parastina ewlehiya herêmê bidomîne.

Di merasîmê de bi navê Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê, Hevseroka Komîteya Têkiliyan Asya El-Xerbî jî got: "Şehîdan bi xwîna xwe efsanên lehengî û fedekariyê nivîsandin û mirov û xak rizgar kirin."

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Ereb nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenzayê şehîd Mihemed El-Hisên bi diruşmeyên "Şehîd namirin" hate veşartin.