Dagirkeran êrişî gundên Minbîcê kirin: 5 dagirker mirin
Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên li bakurê rojhilat û bakurê rojava yên Minbîcê kirin. Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê li dagirkeran da û 5 dagirker hatin kuştin.
Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên li bakurê rojhilat û bakurê rojava yên Minbîcê kirin. Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê li dagirkeran da û 5 dagirker hatin kuştin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bakur û rojavayê bajarê Minbicê, ji gundê El-Hoşeriya bakurê rojhilatê bajêr heya gundê El-Yalinlî bakurê rojavayê Minbicê, topbaran kir.
Li gorî navenda ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, artêşa dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran li gundên Minbicê dan û komek çeteyên Diri El-Firat hewl da ku ber bi nuqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya li El-Sacûr ve werin.
Li gorî navendê, şervanên meclisa leşkerî bersiv dan û di encama şer de, 5 çeteyên Diri El-Firat hatin kuştin.