Xelkê Minbicê: Bi yekîtiyê em ê dagirkeriyê têk bibin

Xelkê Minbicê, li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan. Girseyê peyamên yekîtiyê dan.

Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê li dijî sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne û sûcên li dijî jinan meşek lidar xist. Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê, endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê beşdarî meşê bûn.

Meş ji çerxerêya Mîzan destpê kir û ber bi çerxerêya Meseb ve dewam kir. Di meşê de dirûşmeyên banga rawestandina sûc û kiriyarên dewleta Tirk li ser herêmê, nexasim li dij jinan hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Meseb veguherî mîitîngê. Di mîtîngê de daxuyaniyek hate dayîn û ji aliyê yek ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Hela El-Casim ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku para mezin ji van siyaset û planên qirêj a jinan bû, ji ber wê jî heta niha hebûna wê ya fikirî û laşî rastî hemû cûreyên îşkenceya hovane û derexlaqî ji kuştin, revandin û tecawizkirinê tê û wiha hate gotin: "Armanca wan îradeya gelên herêmê têk bibin, aramî û ewlehiya herêmê xira bikin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, têkoşîn û îradeya xurt a jinan dighêje hemû aliyên jiyanê û çiyayên pîroz.

Di dawiya daxuyaniyê de hate ziman ku jinan hêz û îradeya xwe ji fikr û felsefeya rêberê neteweya demokratîk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye ku ew kilîta çareseriya dozên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê ye.

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelên azadîxwaz, bidawî bû.