Cenazeyê Şehîd Xedban li Tebqayê veşartin

Cenazeyê Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Xedban, li Tebqayê bi merasîmekê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên Tebqayê di nav de nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî û partiyên siyasî cenazeya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Xedban li goristana Şehîdan spart axê. Ehmed Xedban 11`ê Tîrmehê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû.

Merasîm li Goristana Şehîdên Tebqayê bi rêzgirtina hêzên leşkerî ve  destpê kir.

Piştre bi navê malbatên şehîdan endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulhekîm El-Mihemed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hevseroka Komîteya Hundirîn a Tebqayê Yesrib El-Hesûn axivî û soz da dayikên şehîdan ku ew ê şopdara rêya zarokên wan ên şehîd be, parastina herêmê berdewam bike û nehêle ewlehî û aramiya wê têk biçe.

Bi navê malbata şehîd Ehmed Xedban bavê şehîd, Heysem Xedban axivî û got: "Di rêya parastina erd û gelên xwe de me bi hezaran şehîd dan, îro jî ji bo em bi xêr û aştî bijîn min kezeba xwe da, em radest nabin û wekî ku me soz daye leheng û şehîdîn xwe em ê li ser sozê bimînin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Hind Xelîl nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiya merasîmê de şehîd di nava sloganan de hate veşartin.