Berdevkê YPG’ê Mehmûd: Gorên 71 sivîl û şervanan in

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd ên îdîayên dewleta Tirk a ‘Gora komî’ derewand, diyar kir ku cenazeyên hatine derxistin ên şervan û sivîlên di berxwedana Efrînê de şehîd bûne ne. Mehmûd destnîşan kir ku 71 cenaze li wê deverê hatine veşartin.

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd îdîayên dewleta Tirk a dagirker ku ‘goreke komî’ li navenda bajarê Efrînê dîtine derewand û diyar kir gor Goristana Şehîdan e.

Mehemûd got: "Dema ku artêşa Tirk a dagirker nêzî bajarê Efrînê bû ev goristan li navenda bajarê Efrînê hate avakirin. Di goristanê de 71 cenazeyên şehîdan hene yên ku di encama êrîş û topbarana Tirkiyê ya li ser Efrînê de şehîd bûne. Di nav de 14 cenaze yên şervanên YPG'ê ne, 12 cenaze yên şervanên YPJ'ê ne, 5 ên endamên Asayîşê ne, 3 cenaze yên Cebhet El-Ekrad in, cenzeyek ê şervanê Hêzên Ekra Xweparastinê ye, 5 cenaze yên sivîlan in ku nasnameyên wan tê naskirin, 31 cenaze yên şervan û sivîlan in ku hîna nasnaeyên wan nehatin naskirin."

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd peyamek bi dîmen li ser malpera fermî ya YPG’ê weşand.

‘KOMKUJÎ RÊBAZÊN REJÎMA TIRK Û BERMAHIYÊN WÊ DAÎŞ, EL-QAÎDE, CEHBET EL NÛSRA  ÎXWAN EL-MUSILMANIIN’

Mehmûd diyar kir ku rejîma Tirk û bermahiyên çeteyên DAÎŞ'ê, Cebhet El-Nusra û Îxwan El-Muslimîn li herêmên Sûriyê yên ku dagirkirine fesadê belav dikin û sûcên li dijî tevahî belge û qanûnên navneteweyî, pêk tînin.

Berdevkê YPG'ê Mehmûd li ser îdîayên dîtina ‘Gora komî’ jî daxuyakirin ku Wezareta Parastinê ya Tiriyê daxuyaniyek li ser Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyê belav kir, îdîa dike ku goreke komî li bajarê Efrînê dîtine ku demek kurt beriya dagirkirinê komkujiyeke pêk hatiye. Mehmûd ev daxuyanî derewand û got, ev rêbaz ê rejîma Tirk û bermahiyên çeteyên DAÎŞ, El-Qaîde, Cebhet El-Nusra û Îxwan El-Muslimîn e.

Mehmûd diyar kir ku hemû komên çete yên niha li Efrînê, kiryarên li dijî nirx û pîvanên navneteweyî û civakî pêk tînin û wiha domand: "Her tiştî ji bo xwe helal dibînin, hemû rêbazan bi kar tînin da ku bighêjin armancên xwe yên têkbirina projeya me ya demokratîk a ku hemû pêkhateyên herêmê xwedî lê derketine."

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku siyasetên ku rejîma Tirk di demên dawî de li Sûriyê û cîhanê kirine rûyê rast ê tarî yê dewleta Tirk û rejîm û serokê wê derxist û got: "Dewleta Tirk a dagirker hemû kiryarên derexaqî li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike."

‘71 CENAZEYÊ ŞERVAN Û SIVÎLAN IN’

Mehmûd diyar kir ku rejîma Tirk goristana ku dema êrîşên wê yên li ser Efrînê ku li bajarê Efrînê nêzî nexweşxaneya Efrînê hatiye avakirin binpê kir û wiha pêde çû: "Di wê goristanê de 71 cenaze li gorî urf û kevneşopiya me hatin veşartin, hin cenaze yên şervanan in ku di bersivdayîna êrîşên dagirekriya Tirk de şehîd bûne, hin din ên sivîlên ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser taxa Mehmûdiyê û derdora nexweşaneya Efrînê de şehîd bûne."

Berdevkê YPG’ê Mehmûd eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide goristanê wekî ‘goreke komî’ nîşan bide û got: "Armanca wê ji van îdîyan şoreşa me reş bike. Ya rast ev goristan a şehîdên me ye yên ku di oxira parastina Efrînê de canê xwe feda kirin. Gelê Efrînê li gorî belge û qanûnên navneteweyî cenazeyên van şehîdan veşartin."

Mehmûd da zanîn ku 71 şehîd ên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û got: "Ev şehîd rûmet û şerefa me ne."

‘LI SER FERMAN Û DAXWAZA ERDOGAN TÊN KIRIN’

Nûrî Mehmûd di berdewama nirxandinên xwe de îşaret pê kir ku pêwîste civaka navneteweyî bizane ku dewleta Tirk a dagirker çete li herêmên dagirkirî bi taybet Efrînê bi cih kirin û rêbazên herî qirêj li dijî gelê herêmê pêk tîne. Mehmûd got: "Divê gelê me û tevahî cîhanî bizane ku ev rejîm û çeteyên girêdayî wê sûcên her qirêj ku li djiî nirx û rêgezên exlaqê mirovahiyê ne pêk tînin da ku bighêjin armancên xwe, hemû sûc û binpêkirinên ku li Efrînê têne kirin tu alaqeya wê bi şoreşa Sûriyê re nine, lê armanc jê ew e ku ajandeyên serokê rejîma Tirk Erdogan pêk bînin."

Mehmûd bal kişand ser sûc û binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk ên li Efrînê ku Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê Efrînê, Goristana Şehîd Seydo ya li gundê Qazqilî yê Cindirêsê rûxandine.

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd sedema avakirina goristana şehîdan li navenda bajarê Efrînê diyar kir û wiha got: "Sedem ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî goristana şehîdan bûn, ji ber vê yekê ev goristana li navenda bajar nêzî nexweşxaneya Efrînê hate avakirin."