Wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevpeymana civakî ji nû ve bê amadekirin
Ji bo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevpeymana civakî ji nû ve bê sererastkirin, komîteyek ji 30 kesî hate avakirin.
Ji bo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevpeymana civakî ji nû ve bê sererastkirin, komîteyek ji 30 kesî hate avakirin.
Vê sibehê rûniştina komîteya veguherîna reşnivîsa hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser li hola Serdem a Hesekê bi amadebûna 150 endaman destpê kir.
Endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, saziyên civaka sivîl û rêxistinên jinan ên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rûniştinê de amade bûn.
Di rûniştinê de, hevseroka Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo wiha axivî: “Em îro li vir in da ku li ser forma hevpeymana civakî ku mafên hemiyan diparêze li hev bikin. Ev rûniştin yek ji encamên Kongreya Cizîrê û Firatê ye ku ji aliyê Meclisa Sûriya Demokratîk ve li bajarê Hesekê hatibû lidarixstin, ji bo ku hevpeymana civakî ya nû li ser astê Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.”
Sîham behsa destpêka aloziya Sûriyê di sala 2011`an de kir û wiha got: “Çirûska şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bajarê Kobanê dest pê kir. Damezirandina Rêveberiyên Xweser û rêvberiyên sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên şoreşê bûn.”
Sîham wiha domand: “Mixabin, şoreşa aştiyane li Sûriyê veguherî şerê navxweyî, ji ber ku ji aliyê ajandeyên derve ve hate bikaranîn.”
Sîham destnîşan kir ku gelê Sûriyê yê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji hemû pêkhateyan, bi jiyana hevbeş û biratiya gelan bawer in, bi tevlîbûna hemû hêzên siyasî û rêxistinên civakî xeta sêyemîn ji xwe re esas girtin û li ser avakirina rêveberiyeke xweser ku herêmê bi rêve dibe, li hev kirin.
Sîham Qeryo got: “Pêwîstiya xebatê û performans bi pêşxistinê heye. Li gorî pêdiviya berjewendiya giştî û xwesteka pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha ji bo mîsogerkirina maf û rûmeta van pêkhateya, bi îradeya gel em li ser veguherîne hevpeymana civakî ya nû ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.”
Hevserokê Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser Ferîd Etî jî daxuyand ku hevpeymana civakî rêgeza sereke ya hemû herêmên Rêveberiya Xweser e û hemû qanûn hêza xwe ji hevpeymana civakî digirin. Etî diyar kir ku meclisa giştî gelek gav girtin da ku navên endamên komîteya veguherîna hevpeymana civakî ya nû, erê bike.
Etî destnîşan kir ku hevpeymana civakî mijareke nîştîmanî ye girêdayî hemû welatiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Piştî axaftina Ferîd Etî deriyê diyalog û nîqaşan li pêş beşdaran hate vekirin.
Di encamê de komîteyeke ji bo veguherîna hevpeymana civakî hate avakirin. Komîte ji 30 endaman pêk tê û divê dema veguherînê zêdetir 2 mehan dirêj neke.