QSD: 10 çete li Dêra Zorê hatine girtin

QSD’ê ragihand ku di çarçoveya pêngava ewlehiyê de bi hevkariya Hêzên Esmanî ya Koalîsyona Navneteweyî li gundewarên rojavayê Dêra Zorê dest bi operasyonekê kir. QSD’ê anî ziman ku 10 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD’ê) li ser mijarê daxuyaniyek da.

QSD’ê ev got:

"Ji bo bersivdana banga şêniyan û rûspiyên herêmê ya ji ber zêdebûna çalakiyên şaneyên terorîst, me dest bi hemleyekê li gundên Cinînê, Hîsan û mezreyên derdora wan kir.

Di hemleyê de, hêzên beşdar bûne(Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Yekîneyên Antî Terorê)  10 çeteyên ku li herêmên tê de sivîl hene xwe veşartibûn, girtin. Her wiha me çekên wan jî desteser kirin û wiha ne;

7 çeka keleş

7 rextên keleşê

32 jerjorên keleşê û 6 qutiyên cebilxaneyan

8 dabance tevî alava bêdengiyê.

18 qutiyên cebilxaneya dabanceyan

12 tifingên otomatîk

2 xencer û şûrekî

Em QSD’ê piştrast dikin ku dê van şaneyên terorîst ji kokê de rakin û herêmê ji gef û êrişên wan ên sûcdarî rizgar bikin. Her wiha bang li tevahî şêniyan dikin ku bi aliyên pêywendîdar re alîkar bin, da ku parastina ewlehî û aramiya herêmê bikin û aliyên xizmetguzarî, civakî û aborî geş bikin."