YPG'ê îdîayên Tirkiye ku şervanên wan êrîş pêk anîne derewand

YPG’ê îdîayên dewleta Tirk ku şervanên YPG`ê ji Til Rifetê êrîş birine ser baregehên wan, derewand.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî îdîayên dewleta Tirk a dagirker li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê daxuyaniyek parve kir.

YPG’ê ev agahî da: “Wezareta Parastinê ya Dewleta Tirk a dagirker îdîa dike ku yekineyên me ji herêma Til Rifetê êrîş birine ser baregehê wan. Me berê jî di vê mijarê de gelek caran daxuyanî da. Li herêma navborî ti xebatekî me yên leşkerî tine ne.

Dewleta dagirker ji bo ku êrîşên xwe rewa bide nîşandan, derewên bi vî awayî dike.

Nûçeya ku 7 şervanên me hatine şehîdxistin, derew e.”