Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Şera û Şêrawayê barand

Dewlet Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombe li gundên Meranez û Alqemiye yên navçeya Şera, gundên Aqîbe û Bênê yên navçeya Şêrawa yên Efrînê û gundê Dêr Cemal ê Şehbayê barand.

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi hawanan bombe li gundên Meraneq û Alqemiye yên Şerayê barandin.

Gundên Aqîbe û Bênê yên navçeya Şêrawa û gundê Dêr Cemal ê Şehbayê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin bombekirin. Her wiha balafirên şer li ser herêmê geriyan ku nediyar bû yê kê ne.

Gundên Ziyaret, Eyn Deqnê, Miniq û Beloniyê yên Şêrawayê jî bûn hedefa bombardûmanê. Kampa Veger a koçberên Efrînî jî li vê herêmê ye.