Li Hesekê û Til Temirê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn
Li Hesekê û Til Temirê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn. Di bîranînan de peyama ‘Em ê li ser rêya şehîdan bimeşin’ hate dayîn.
Li Hesekê û Til Temirê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn. Di bîranînan de peyama ‘Em ê li ser rêya şehîdan bimeşin’ hate dayîn.
PYD’ê li bajarê Hesekê semînerek bi vê boneyê li dar xist. Semîner li hola TEV-DEM’ê ya li taxa Til Hecer hate dayîn.
Di destpêkê de, Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Mistefa Ehmed têkildarî berxwedana mezin a girtiyên di zindanên dewleta Tirk de axivî.
Mistefa Ehmed got: "Bandoreke mezin a berxwedana zindanan li ser tevgerên kurdî heye û şoreşa 19’ê Tîrmehê berdewamiya vê berxwedanê ye."
Mistefa Ehmed destnîşan kir ku berxwedêrên 14’ê Tîrmehê peyama têkoşîn û berxwedanê heta serkeftinê girtin ser milê xwe û teqez kir ku ew ê heya dawiyê li ser rêya wan bimeşin.
Di dawiyê de Mistefa Ehmed piştrast kir ku berxwedana 14’ê Tîrmehê bersivdana siyasetên dewleta Tirk a faşîst bû.
TIL TEMIR
Li navçeya Til Temirê jî bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl, leşkerî û endamên partiyên siyasî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê kom bûn û meşek li dar xistin.
Di meşê de pankartên "Bi giyanê berxwedana 14’ê Tîrmehê em têkoşîna Avaşîn, Zap û Metînayê silav dikin" her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedanê hatin berzkirin û meş ber bi kolana Filistînê ve çû. Meş li kolana Filistînê veguherî mitîngê. Di mitîngê de Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Ahîn Elî berxwedana zindanan, gerîla û berxwedana şêniyên herêmê silav kir.
Ahîn Elî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Divê em zanibin ku berxwedana Kemal Pîr, Xeyrî Durmûş, Akif Yilmaz û Elî Çîçek ji bo gelê me bû da ku bighêjin azadiyê. Divê her kes zanibe ku ev berxwedan destpêka têkoşîna ji bo rizgarî û azadiya Kurdistanê bû."
Mitîng bi dirûşmeyên şehîd namirin, bi dawî bû.