Şehîdên meha Tebaxê hatin bibîranîn
Şêniyê Kobanê Cangorên Azadiyê yên meha Tebaxê li ser gora wan bi findan bi bîr anîn.
Şêniyê Kobanê Cangorên Azadiyê yên meha Tebaxê li ser gora wan bi findan bi bîr anîn.
Şêniyê Kobanê serdana Goristana Şehîd Dicle kir û şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn. Ji bo bibîranîna şehîdên meha Tebaxê find li ser gorên Cangoriyan hatin pêxistin. Bi boneya pêngava 15’ê Tebaxê jî şehîd hatin bibîranîn.
Piştî rêzgirtina bi deqeyekê Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mistefa Êto axivî û got: ‘’15’ê Tebaxê em li tevahî parêzkarên vî gelî pîroz dikin. Em hemû şehîdên meha Tebaxê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Bila vê rojê li gerîlayên azadiya Kurdistanê pîroz be. 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan bû jiyaneke nû. Beriya 15’ê Tebaxê dijminên Kurdan her tiştên derexlaqî li ser civaka Kurd didan ferzkirin, digot; me beton li ser wan rijandiye. Lê 15’ê Tebaxê bû jiyaneke nû ji bo hemû Kurdan.’’
Bi pişt re gel berê xwe da ser gorên şehîdan û şehîd li ser gorê wan bi findan bi bîr anîn.