Navçeya Bilbilê bi qasî 50 km dûrî navenda bajarê Efrînê ye. Navê xwe ji bilbil digre ku di nava daristanên çiyayên derdora navçeya ku wê demê gund bûye de pir bûn, lewma navê wê bû Bilbil.
Navçeya Bilbilê dikeve dawiya quntara başûr û bilindtirîn çiyayê parêzgeha Helebê Girê Mezin e, bilindahiya wê 1269 metre ye. Bilbil bi qasî 90 km dûrî bajarê Helebê-ber bi bakurê rojava ve ye. Ji serdema Osmaniyan ve kevnar e û navenda malbeta Şêx Îsmaîl Zade bû, ev malbat li navçeya Bilbilê navdar e. Xaniyên navçeyê yên kevin ji heriyê û baniyên wan darîn in.
Bi destpêkirina êrîşên Tirkiyeyê di Çileya 2018'an de pêlên koçberiyê ya xelkê Efrînê dest pê bû. Di 18'ê Adara 2018'an de nêzî 300 hezar ji Xelkê Efrînê yê resen ji cih û warên xwe bi darê zorê derketin û berê xwe dan herêmên cuda cuda. Bi wê re dagirkeriya Tirk bi hevkariya Rûsya û rejîma Sûriyeyê xelkên cuda cuda ji Sûriyeyê weke Xotayê Şamê, Hema, Humus, Şam, Deraa, Îdlib û h.w.d anîn û li şûna koçberên Efrînê yên ku bi darê zorê koçber bûn bi cih kirin. Bi wê re mezintirîn pêngava guhartina demografîk li herêma Efrînê pêk hat û heya niha berdewam e.
Li gorî belgeyên ku ANF’ê ji jêderên taybet bi destxistine ku bi hejmara malbatên Erebên hawirdor ên li navçeyê bi cihbûn, wiha ne:
Bilbilê: Ji 750 malan pêk tê. Hejmara xelkê wê ya resen nêzî 3.000 kes e. Di dema êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê de hemû xelkê gund hatin koçberkirin, piştre tenê 5 malbat ji xelkê navçeyê vegeriyan û zêdetirî 70 malbat li gundên derdora navçeyê û navenda bajarê Efrînê belav in her wiha zêdetirî 4.000 kes ji Erebên hawirdor û Tirkmenan li navçeyê hatine bicihkirin. Navçe di bin kontrola çeteyên Sultan Murad, Siqûr El-Şemal û El-Nuxbê de ye.
Kêla: Ji 175 malan pêk tê. Hejmara xelkê wê ya resen nêzî 1.000 kes e. Di dema dagirkirina herêmê de nêzî 15 malbat ji Erebên hawirdor li gund hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Feyleq El-Mecid bi serkêşiya Eşref Emorî (Ebo Ezher) de ye.
Qiro Gul: Ji 210 malan pêk tê. Hejmara xelkê wê ya resen nêzî, 1200 kes e. Piştî dagirkirina herêmê nêzî 100 malbat ku hejmara wan digihije 450 kes û piraniya wan kal û pîr in, li gund man û nêzî 200 malbat ji Erebên hawirdor li şûna koçberan hatin bicihkirin. Her wiha li derdora gund kampên belav hatin avakirin. Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad- Hemzat de ye. Her wiha ji malên welatiyên Ehmed Hemo- Selah Hemo û Mihemed Yasîn Ehmed nuqte ji xwe re dihesbînin.
Gundê Hesen Dêra: Ji 150 malan pêk. Hejmara xelkê wê ya resen digihêje 800 kes. Di dema êrîşên Tirkiyeyê de tenê 40 malbat di gund de man ku hejmara wan nêzî 135 kes e piraniya wan jî kal û pîr in. Her wiha li şûna xelkê koçber zêdetirî 100 malbat ji Erebên hawirdor ku hejmara wan zêdetirî 500 kes e hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Ehfad El-Resûl bi serkêşiya Ebo Cuma de ye, ku zêdetirî 100 malên xelkê gund talan kir û destê xwe danî ser.
Şigêlê: Ji 125 malan pêk tê. Di dema êrîşên Tirkiyeyê de tenê 30% ji xelkê gund man û li şûna xelkê koçber 100 malbat ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontroka her du komên çete koma El-Hemzat û Feyleq El-Mecid de ye. Çeteyên Hemzat malên gundiyê Cemîl Atiş ji xwe re weke mal hesab dike û di malê de zîndanek daye çêkirin tê de xelkê gund êşkênce dike her wiha ji xwe re malê welatiyê gund luqman Ewnî weke nuqte çêkirine. Ev yek jî bi serkêşiya çeteyê bi navê Seberî Sekran yên ku di eslê xwe de ji Ezazê ye tê kirin. Feyleq El-Mecid jî li malên koçberên gund ên ku bi darê zorê koçber bûne, bi cih bûne.
Xelîloko: Ji 300 malan pêk tê. Hejmara xelkê wê ya resen digihêje 1.700 kes e. Piştî dagirkirina herêmê tenê 80 malbat ku hejama wan 300 kesî derbas nake di gund de mane. Her wiha zêdetirî 200 malbat ji Erebên hawirdor di gund de hatine bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad de ye.
Qestel Miqdad: Ji 500 malî pêk tê. Hejmara xelkê wê ya resen digihije 3.000 kes e. Di gund de mezintirîn bicihkirina Erebên hawirdor û Tirkimen hate kirin. Piştî dagirkirina herêmê nêzî 30 malbat ku hejmara wan 150 kesî derbas nake man, li hemberî wê zêdetirî 1.000 malbat ji Erebên hawirdor û Tirkimenan hatin bicihkirin û li kêleka wê jî çadirên belav li rex gund hatin çêkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad bi serkêşiya çete Ebo Nûr de ye, yê ku ji xwe re malê welatiyê Arêf Mixtar Keşû weke nuqteyeke dihesibîne.
Zahrê: Ji 200 malan pêk tê. Hejmara xelkê wê ya resen digihêje 1200 kes. Di dema êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê de hemû xelkê gund hatin koçberkirin. Piştre kêmtirî 10 malbatan vegeriyan gund û li şûna xelkê koçber zêdetirî 450 malbat ji Erebên hawirdor ku piraniya wan ji gundewarên Şamê ne hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên tûgaya El-Muhtesêm de ye ku ji xwe re malên welatiya gund Mustefa Elîko weke nuqteyekê dihesibînin. Her wiha artêşa Tirkiyeyê di mala Ehmedê Zahrê de weke navendekê tê de bi cih bûne.
Heftaro: Ji 50 malî pêk tê. Nêzî 90% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan zêdetirî 50 malbat ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Siqûr El-Şemal de ye.
Xilalka: ji 300 malan pêk tê. Nêzî 200 malbat di gund de man û li şûna xelkê koçber 175 malbat ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Feyleq El-Mecid de ye.
Qoşo: Gundeke çiyayî biçûk e, ji 50 malan pêk tê. Hejmara xelkê wê ya resen nêzî 300 kes e, di dema êrîşên dagirkeriya Tirk de 15 malbat hatin koçberkirin û li şûna wan 15 malbat ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Çeteyên Sultan Murad gund bi serkêşiya Ebo Seyîd yê ku ji Humsê kontrol dikin.
Qûrta: Ji 60 malan pêk tê. Hejmara xelkê wê ya resen nêzî 350 kes e. Di dema êrîşên dagirkeriya Tirk de hemû xelkê gund hatin koçberkirin, piştre nêzî 20 malbat ku piraniya wan ji kesên temen mezin in û hejmara wan 50 kesî derbas nake vegeriyan gund û li şûna xelkê koçber nêzî 45 malbat ji Erebên hawirdor ku piraniya wan ji Humusê ne hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad de ye û malê welatiyê Mihemed Şukrî weke nuqtekê leşkerî dane avakirin.
Kotana: Ji 350 malan pêk tê. Hejmara xelkê wê ya resen derdora 1500 kesan e. Di dema êrîşên dagirkeriya Tirk de tenê 500 kes ji xelkê gund tê de man û zêdetirî 1,500 ji Erebên hawirdor li şûna xelkê koçber hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Hemzat de ye.
Elî Kero: Ji 80 malî pêk tê. Di dema êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê de nêzî 60 malbat di gund de man û 8 malbat ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Hemzat de ye.
Boliya: Ji 70 malî pêk tê. Nêzî 50% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad de ye.
Qornê: Ji 150 malan pêk tê. Nêzî 60% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad de ye.
Tobal: Ji 12 malî pêk tê. Tenê 4 malbat di gund de man hemû jî kesên temen mezin in. Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad de ye.
Bîkê: Ji 80 malî pêk tê. Nêzî 70% ji xelkê wê hatin koçberkirin û li şûna wê Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Hemzat de ye.
Igoo: Ji 60 malî pêk tê. Nêzî 70% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wê Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Hemzat de ye.
Elî Cero: Ji 100 pêk tê. Nêzî 90% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Siqûr El-Şemal de ye.
Kirdo: Ji 60 malî pêk tê. Nêzî 60% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Siqûr El-Şemal de ye.
Qestelê Xidryo: Ji 200 malî pêk tê. Nêzî 70% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Hemzat de ye.
Xidryo: Ji 100 malî pêk tê. Tenê 15 malbat ji xelkê wê ya resen di gund de mane û nêzî 85 malbat ji Erebên hawirdor di gund de hatine bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Hemzat de ye.
Kurzêlê: Ji 50 malî pêk tê. Nêzî 60% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan 20 malbatên ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Hemzat de ye.
Çolaqa: Ji 55 malî pêk tê. Nêzî 70% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Hemzat de ye.
Eşûnê: Ji 35 malî pêk tê. Nêzî 30% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad de ye.
Zivingê: Ji 40 malî pêk tê. Nêzî 20% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan 10 malbatên ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad de ye.
Kerê: Ji 100 malî pêk tê. Nêzî 50% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad de ye.
Birkêşê: Ji 35 malî pêk tê. Nêzî 30 malbat ji Erebên hawirdor li gund hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad de ye.
Qota: Ji 200 malî pêk tê. Nêzî 40% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad de ye.
Şerqiyo: Ji 80 malî pêk tê. Nêzî 70% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan 50 malbat ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Hemzat de ye.
Eblê: Ji 110 malan pêk tê. Nêzî 30% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Hemzat de ye.
Heyomo: Ji 80 malî pêk tê. Nêzî 50% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola Feyleq El-Mecid de ye.
Ebîdonê: Ji 60 malî pêk tê. Nêzî 60% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan 20 malbat ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên El-Nuxbê de ye.
Şêxorzê Jorîn- Navîn- Jêrîn: Ji 250 malî pêk tê. Nêzî 90% ji xelkê gund hatin koçberkirin. Her sê gundên Şêxorzê weke gundên ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê bi temamî hatine rûxandin. Nêzî 200 malbat ji Erebên hawirdor li gund hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad û artêşa Tirkiyeyê de ye.
Siryo: Ji 100 malî pêk tê. Nêzî 50% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan 50 malbatên Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Feyleq El-Mecid de ye.
Bêxçe: Ji 45 malî pêk tê. Nêzî 30 malbatên gund hatin koçberkirin û li şûna wan 15 malbatên Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Feyleq El-Mecid bi serkêşiya Yemên Tilco de ye.
Elî Bekê: Ji 65 malan pêk tê. Nêzî 32 malbat ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan 35 malbat ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Feyleq El-Mecid bi serkêşiya Yemên Tilco û Yesêr Ebid Rehîm serkê komê çete de ye.
Bîboko: Ji 200 malî pêk tê. Nêzî 75 malbat ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad de ye.
Qizil Başa- Bêlê: Ji 200 malî pêk tê. Nêzî 35% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan nêzî 150 malbat ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gundê Bêlê di bin kontrola çeteyên Siqûr El-Şemal de ye gundê Qizil Başa jî di bin konrola çeteyên Sultan Murad de ye.
Gundên Navçeya Bilbilê yên li ser sînorê Tirkiyeyê weke Şingêlê, Boliya, Zahrê, Elî Kero, Kurdo, Tobal û gelek gundên din piraniya wan xelkê Tirkmen tê de tên bicihkirin. Her wiha piraniya wan gundan koma Çeteyên Sultan Murad ên Tirkmenî kontrol dikin. Bi wê re hem Ereban bicih dikin hem jî pêvajoyeke nû ji bo Tirkmenkirina herêmê pêk tînin.