Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Cejna Vejînê
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 39’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin.
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 39’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin.
Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 39’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîrozbahiyên girseyî hatin lidarxistin.
QAMIŞLO
Îro bi hezaran şêniyên Qamişloyê; Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ji bo pîrozkirina salvegera 39'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê şahiyek bi dirûşma "Em Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêber Apo pîroz dikin" li dar xist.
Şahî li Standa 12'ê Adarê hat lidarxistin. Di serî de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan dayika şehîd Muhyedîn Gulo, Şemsexan Gulo salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir.
Piştre, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mahsum Hesen wiha axivî: "Em ê ji bo bidestxistina azadiyê li ser şopa fermandar Egîd û hevrêyên wî bin. Pêngava 15'ê Tebaxê karîbû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike yek û em bi saya wan fermandaran bûn yek û bûn xwedî doza xweparastinê."
AMÛDÊ
Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê salvegera 39'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê li Hola Beylesan pîroz kir. Pîrozbahî bi dirûşma "Em salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêber Apo pîroz dikin" hate organîzekirin.
Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, fermandar Egîd û jinên pêşeng ên şehîd hat xemildanin.
Di pîrozbahiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Silêman 15'ê Tebaxê li gelê Kurd û gelên bindest pîroz kir û wiha got: "Fîşeka yekemîn a Pêngava 15'ê Tebaxê li hemberî siyasetên qirkirin, înkarkirin û zulmê ku li ser gelên Rojhilata Navîn hatibûn ferzkirin, hate teqandin."
Zîwer Silêman anî ziman ku Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd vejînek e û hêviya gelên herêmê ya jiyaneke azad zindî kir. Silêman got ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê berhema Pêngava 15'ê Tebaxê ye.
Silêman di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê têkoşînê bidomînin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.
Pîrozbahî bi stranan û gerandina govendan bi dawî bû.
REQA
PYD`ê û şêniyên Reqayê Pêngava 15`ê Tebaxê li taxa Ekrad a bakurê Reqayê pîroz kir.
Di şahiyê de, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl, leşkerî û endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.
Di şahiyê de, dayikên şehîdan meşeleya cejna vejînê vêxist.
Dûre hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Cîhad Hesen axivî û got: “Pêngava 15`ê Tebaxê rojeke dîrokî ye ku gelê Kurd li hember dewleta Tirk a faşîst û mêtinger serî hilda.”
Hesen di dawiyê de got: “Dema em vê rojê bi bîr tînin, divê em fêm bikin ku mîraseke şaristanî ye. Mîrasa parastina nirxên Rojhilata Navîn e. Mîrasa berxwedana li hember koletî û zulmê ye.”
Bi navê PYD`ê endamê partiyê Izedîn Şêxî axivî û pêngav pîroz kir. Şêxî wiha axivî: “Teqandina guleya yekemîn bi destê şehîd Mahsûm Korkmaz, gelên herêmê vejand.”
Di şahiyê de hin helbestên bi zimanên Kurdî û Erebî hatin pêşandan. Her wiha beşdaran li ber stranan xelekên govendê gerandin.