Ji bo Şehîd Faris Mihemed Îbrahîm li Til Koçerê meresima leşkerî hat lidarxistin
Cenazeyê Endamê Hêzên Parastina Cewherî Faris Mihemed Îbrahîm ku dema rabûna bi erka xwe li Til Koçerê bû şehîd, bi meresimeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê Endamê Hêzên Parastina Cewherî Faris Mihemed Îbrahîm ku dema rabûna bi erka xwe li Til Koçerê bû şehîd, bi meresimeke girseyî hat veşartin.
Li Goristana Şehîd Uqab Eswed a li navçeya Til Koçerê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Faris Mihemed Îbrahîm hate veşartin.
Di meresimê de, şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Dêrik û Til Koçerê, endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî, Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên Kongra Star, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, endamên Yekitiya Jinên Azad, nûnerên hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.
Di meresimê de endamê Meclisa Navçeya Til Koçerê Salih El Kino sersaxiya malbata şehîd xwest û got: "Ne ji fedakariyên bi hezaran welatiyên herêma bûya, ewlehî û îstîqrar li herêmê pêk nedihat."
El Kino anî ziman ku dijmin nikare vîn û destkeftiyên şoreşê têk bibe û ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser şopa şehîdan bin.
Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Til Koçerê jî Sefqan Sekvan axivî û wiha got: "Em bejna xwe li ber şehîdên di ber parastna destkeftiyên şoreşê û gel de daye, ditewînin û soz didin ku têkoşîna parastina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam bikin."
Dûre wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawiyê de di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" de cenazeyê şehîd hate veşartin.