‘Şoreşa Rojava mîrateya Pêngava 15'ê Tebaxê ye’

Şaziya Îbrahîm destnîşan kir ku, Pêngava 15’ê Tebaxê mîrateyek xurt a berxwedanê ji bo hemû Kurdistan û bi taybetî jî Rojavayê Kurdistanê re hiştiye û got ku bû sedem dilê her Kurdekî welatparêz bi hev re lêxe.

Yek ji dayikên welatparêz a Efrînê Şaziya Îbrahîm ku ji destpêka destpêkirina xebatên tevgera Apoyî cihê xwe di nava xebatên rêxistinkirinê de girt û zarokên xwe fedayê tevgerê kiriye, bi wesîleya 39’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê nirxandin kir. Şaziye Îbrahîm destnîşan kir ku, avabûna YPG/YPJ’ê bi saya Pêngava 15’ê Tebaxê pêk hatiye û got ku 15’ê Tebaxê li dijî zilm û zordariya desthilatdariyê serî rakirine.

‘SEKN Û ŞÊWAZA WAN A ÎQNAKIRINÊ BANDOR KIR’

Îbrahîm pêvajoya naskirina tevgerê wiha vedibêje, “Birayê min şehîd Cîlo di dema zanîngehê de tevgera PKK’ê nas dike û hevalan bi me dide naskirin. Ew û hevrêyên xwe li hev kom dibûn û qala armanca avabûna partiyê dikirin. Digotin li Tirkiyeyê tevgerek bi navê Apoyî derketiye, ji bo azadiya gelê Kurd dest bi Pêngava 15’ê Tebaxê kirine. Herî zêde weke malbat em bi sekn û şêwaza wan a îqnakirinê bandor dibûn. Rabûn û rûniştina wan, rêxistinbûna wan û rêza wan a li hember mezin û biçûkan, balê her kes dikêşand.

Rojek ji rojan bû, şehîd Cîlo di sala 1989’an de hate gel me û got divê em Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz bikin, ji bo wê amadekarî dihate kirin ku em weke welatparêzên Efrînê biçin Lubnanê hem Rêbertî bibînin û hem jî Pêngava 15’ê Tebaxê li wir pîroz bikin. Her çendî me girîngiya wê, di wan deman de baş fêm nekiribe jî, girêdaneke mezin bi rêxistinê re çêbûbû. Di 11’ê Tebaxa 1989’an de birayê min Cîlo şehîd bû. Ji ber wê çûyîna me wê demê betal bû, bi hezaran welatiyên Efrînê li kêlek me sekinin û biryar standin ku wê rêça şehîd Cîlo bişopînin.”

‘JI BO BI HÊZKIRINA GERÎLA GEL SEFERBER BÛBÛ’

Îbrahîm anî ziman ku, bi salên 90’î re girîngiya partî û Pêngava 15’ê Tebaxê ji aliyê gel ve baştir hatibû fêmkirin û wiha domand, “Gel ji bo xurtkirina gerîla di warê madî û manewî de bê sînor destek dikirin. Komîteyên komkirina alîkariyan hatin avakirin, gelek malbatên me yên welatparêz hebûn çi di destê wan de hebû parve dikirin. Ji bo bihêz kirina tevgera Apoyî zarokan jî li gorî derfetên xwe alîkarî kom dikirin. Her wiha hin zarok hebûn digotin 50 lîreya me heye, bibin pê 50 guleyan bistînin, bi wan 50 guleyan 50 leşkerên Tirk bikujin, piştre wê li  cem me 50 çek çêbibe. Bi rastî hemû beşên civakê bi hev re di nava seferberiyek rêxistinkirî de bû."

Şaziya Îbrahîm diyar kir ku, ji ber di wan deman de ragihandin û televizyon di her malê de nebûn, li çiyayên Kurdistanê çi diqewimîn gelek meraq dikirin û wiha dewam kir, “Derfet mîna îro ya şopandinê nebû. Kengî heval ji çiyê bihatana, me derfet didît agahî li ser rêveçûna şer bigirin. Îro em li her devera cîhanê belav bûne. Bi rastî bi saya Pêngava 15’ê Tebaxê lehengên me dîrokeke tejî mîrateya berxwedan li dû xwe hiştin. Em dikarin bêjin mîrateya berxwedana zindana û 15’ê Tebaxê îfadeya xwe di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de dibîne. Armanca me ew e ku em xwedî li vê mîrateyê derkevin û bigihînin serkeftinê.”