Cenazeyê Vejîn Jiyan bi merasîmekê hate veşartin
Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa cenazeyê şehîd Vejîn Jiyan li goristana Şehîd Xebat spartin axê.
Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa cenazeyê şehîd Vejîn Jiyan li goristana Şehîd Xebat spartin axê.
Xelkê her sê navçeyan bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şervana YPJ`ê Vejîn Jiyan spart axê, ku di qezeyekê de 27'ê Tîrmeha 2023'an şehîd bûbû.
Li rex xelkê her sê navçeyan, endamên saziyên civaka sivîl û hêzên leşkerî di merasîmê de beşdar bûn.
Li goristanê, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Elî Hacî Hesen axivî û got: “Em dev ji şehîdên xwe bernadin û dê li ser şopa wan bin.”
Hesen desntîşan kir ku hêzên leşkerî û QSD`ê hîna li ser soza ku dane xelkê herêmê û dê gelê herêmê û axa herêmê biparêzin.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya navçeya Dêrikê Xalid Dêrik axivî û wiha domand: “Ji erka me ye ku berxwedanê berdewam bikin ta ku armancên şehîdan pêk bînin û gel û welêt biparêzin. Ev gelê ku bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer kir. Heta dawiyê em dev ji vê rêyê bernadin.”
Bi navê YPJ`ê, fermandar Jînda Qamişlo jî got: “Em di şexsê şehîd Vejîn de careke din soz didin ku têkoşîn û berxwedanê li hember êrişên dagirkeriyê berdewam bikin.”
Jînda destnîşan kir ku tevlêbûna xelkê herêmê bi vî rengî, ji tevahî dewletên dagirker re peyameke ku gelên herêmê bi azadî û hêza xwe ve girêdayî ye.
Piştî bidawîbûna axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir. Di dawiyê de, di nava tilîliyên dayîkan de cenazeyê Vejîn li goristanê hate veşartin.